Di doza Rojda Yakişikli de biryara nepenîtiyê didome
- 09:03 11 Adar 2026
- Rojane
AMED – Lêpirsîna Okay Gur ku di çarçoveya Pakêta Dadwerî ya 11’emîn de ji girtîgehê hatibû berdan û demek kurt piştî wê Rojda Yakişikli qetil kiribû, berdewam dike û biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê hîn jî didome.
Di çarçoveya Pakêta Dadwerî ya 11’emîn de ku ji aliyê Parlamentoyê ve hat pejirandin, bi sedan sûcdarên mehkûm hatin berdan, yek ji wan Okay Gur bû ku 4 sal di girtîgehê de mabû. Derketibû holê ku Okay Gur, dema ku hîn li ber deriyê girtîgehê bû, gef li Rojda Yakişikli xwariye, ku bi merasîmek olî pê re zewicî bû û gotiye, “Heke tu ji malê dernekevî, ez ê te bikujim, ez ê we hemûyan bikujim.” Rojek piştî ku ji girtîgehê derket, di 27'ê Kanûna 2025'an de Rojda Yakişikli qetil kir. Okay Gur piştre hate binçavkirin û piştî ku derket pêşberî dadgehê hate girtin û şandin girtîgehê.
Lêpirsîn didome !
Her çend 74 roj di ser qetilkirina Rojda Yakişikli re derbas bûne jî, lêpirsîna bûyerê berdewam dike. Hat hînbûn ku biryara nepenîtiyê ya derbarê dosyeya lêpirsînê de hîn jî di didome.







