MYK’a DEM Partiyê civiya

  • 10:54 11 Adar 2026
  • Ramyarî
ENQERE - MYK'a DEM Partiyê bi rojeva şerê Îranê û qonaxa duyemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk civiya.
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullarî civiya. Civîna ku li navenda partiyê tê lidarxistin, dê qonaxa duyemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, şerê Îran û DYA-Îsraîlê, rewşa Kurdên li Îranê û bandorên şerê gengaz li ser herêmê bê gotûbêjkirin.
 
Di civînê de dê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo salvegera Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk şandibû bê nirxandin û xebatên ji bo pêvajoyê bên plankirin.