Rewşa jinên li girtîgeha Qerçekê di metirsiyê de ye

  • 16:28 11 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê ya Îranê tên girtin di metirsiyê de ye û darizandina wan heta meha Gulanê hatiye paşxistin.
 
Malpera Dengê Binaçavkiriyên Kurd û Îranê, têkildarî rewşa girtiyên jin ên li girtîgeha Qerçekê agahiyan belav kir.
 
Hate diyarkirin ku niha zêdetirî 80 jinên ku di xwepêşandanên dawî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatine binçavkirin, li girtîgeha Qerçekê têne girtin.
 
Malperê da zanîn ku jinên girtî di holeke pênc odeyî de hatine bi cihkirin û nebûna xizmetguzariyên bingehîn zext li ser girtiyan çêkiriye û şert û mercên jiyana wan dijwartir kiriye.  
 
Li gorî heman agahiyan girtîgeh ewqas qerebalixe ku bi dehan girtî ji ber nebûna text û nivînan neçarin li erdê xew bikin, ev jî tenduristiya girtiyan dixe metirsiyê.
 
Her wiha Malperê destnîşan kir ku girtiyên jin demek dirêje ku nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin, betalkirina serdanên şexsî yên bi malbatan re fikarên nû derxistiye holê û ji jinên girtî re hatiye gotin ku dibe ku pêvajoyên darizandina dozên wan heta Gulana îsal werin paşxistin.
 
Hêjayî gotinêye ku di 28’ê Kanûna 2025’an de li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li dijî qeyrana aborî û pirsgirêkên civakî û siyasî xwepêşandanên girseyî destpêkirin. Rejîma Îranê bi hêzek tund û dijwar bersiva xwepêşandan û xwepêşanderan da. Bi hezaran kes di xwepêşandanan de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin. Ji vane nasnameya 245 jinên di xwepêşandanan de ji aliyê rejîma îranê ve hatin qetilkirin, hatiye eşkerekirin.