Bi cil û bergên Kurdî gel vexwendin Newrozê

  • 15:46 19 Adar 2026
  • Rojane
STENBOL - TJA di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de li Bakirkoyê bi cil û bergên Kurdî meş li dar xist û bi belavokan gel vexwend Newrozê.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşmeya, “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin. Li Stenbolê jî amadehiyên pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin. Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de bi cil û bergên Kurdî meş li dar xist û belavokên vexwendina Newrozê belav kirin.
 
Bi meş, stran û belavokan vexwendin Newrozê
 
Jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî li Qada Bakirkoyê kom bûn û dest bi meşê kirin. Jin bi erbaneyan meşiyan, stran gotin û gel vexwendin Newrozê.
 
Li Stenbolê Newroz dê di 22'yê Adarê de li qada Yenîkapiyê were pîrozkirin.