Civîna şandeya YPJ’yê a bi Wezîrê Parastinê re bi dawî bûv

  • 15:26 1 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo hevdîtinê li gel Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê çûbû  Şamê, vegeriya.
 
Di çarçoveya peymana 29’ê Çileya 2026’an a di navbera QSD û hukûmeta demkî ya Sûriyeyê de, îro , şandeyek ji Fermandariya YPJ’ê gihişt paytexta Sûriyeyê Şamê. Şandeya YPJ`ê bi Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê re hevditin pêk anî.
 
Li gorî agahiyên ku çevkaniyên ku şandeya YPJ’ê dane ajansa ANHA’yê mijara sereke ya hevdîtinê şêweyê beşdariya YPJ a nava artêşê ye.
 
Tê payîn ku şandeya YPJ`ê di derbarê hevditinê de daxuyanî bide.
 
Şande ji çar kesan pêk dihat:
 
Endamên Fermandariya YPJ Sozdar Hacî û Rohilat Efrîn
 
Fermandara ketîba Jin a Lîwaya Qamişlo Xalsa Ayêd
 
Berdevka Ragihandina YPJ Ruken Cemal.