Egîtîm Sen li Sêwregê dê lêkolînê bike
- 16:19 14 Nîsan 2026
- Rojane
RIHA - Egîtîm Sen dê li Sêwregê derbarê êrîşa li ser dibistanê de lêkolînê bike.
Li navçeya Sêwregê ya Rihayê, kesekî gule li dibistanekê reşand, bi tevahî 16 kes birîndar bûn ku 10 xwendekar û 4 mamoste bûn.
Şandeyek ku Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Eğitim Sen), Kemal Irmak û endamên desteya rêveberiyê jî di nav de ne, dê li Sêwregê lêkolînekê bike.
Piştî lêpirsînê, dê li ber Lîseya Pîşeyî ya Ahmet Koyuncu ya li Sêwregê daxuyaniyeke çapemeniyê were lidarxistin.







