Gulden Komurcu ya li Bazîdê hat kuştin hat definkirin
- 14:46 21 Gulan 2026
- Rojane
AGIRÎ - Gulden Komurcu ku li navçeya Bazîdê ji aliyê mêrê pê re hatibû zewicandin Mehmet Komurcu ve hat kuştin, li ser milên jinan hat veşartin.
Cenazeyê Guden Komurcu (40) ku duh li navçeya Bazîdê a Agiriyê ji aliyê mêrê pê re hatibû zewicandin Mehmet Komurcu ve bi guleyekê hat kuştin, piştî otopsiyê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê radestî malbata wê hat kirin.
Cenazeyê Gulden Komurcu ji bo definkirinê anîn gundê Dizê yê Bazîdê. Piştî ku rêûresmên olî hatin kirin, tabûta Gulden Komurcu li ser milên jinan hat hilgirtin. Gulden Komurcu ku li ser milên jinan hat hilgirtin, bi dua û lorîkan ber bi goristana gund ve hat birin û hat veşartin.
Di vê navberê de, hat ragihandin ku xebatên lêgerînê ji bo girtina sûcdar Mehmet Komurcu yê ku ji cihê bûyerê reviyaye, berdewam dikin.







