Rejîma Îranê jinên bê laçik wek amûra propagandayê bi kar tîne
- 14:26 21 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di medya cîhanî de hate belavkirin ku ew jinên bê laçik ên di medya Îranê de derdikevin bi ser desthilatê ne û wek amûrek ji bo propagandaya rakirina hestên xelkê tên bikaranîn. Her wiha hate ragihandin ku zextên hêzên rejîmê yên li ser jinên li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi tundî berdewam dikin.
Li gor nûçeya ROJNEWS'ê medyaya cîhanî têkildarî fêlbazî û planên nû yên rejîma Îranê yên ji bo xapandin û çav boyaxkirina civakê û rastiya li kolanan, raporek belav kir.
Di medya cîhanî de hate belavkirin ku rejîma Îranê bê navber dîmen û wêneyên jinên bêyî serpoş-laçik ku di meşên alîgirên desthilatê yên li dijî şerê Îsraîl-Amerîkayê û Îranê, belav dike.
Di raporan de hate diyarkirin ku di vê qonaxa ku Îran tê de di rewşeke şer de ye, medyaya fermî ya ser bi desthilatdariya Îranê wêneyên jinên bêyî hîcaba neçarî li ser kolananin û wekî ku alîgirên rejîma Îranê bin tên nîşandan. Hate diyarkirin ku ev belavkirina van dîmenan di demekê de ye ku Elî Xameneyî berê derxistina hîcabê wekî ‘heram’ bi nav kiribû û di 47 salên borî de bi hezaran jin ji ber şêwazê cilûbergên xwe rûbirûyî binçavkirin, eşkence, girtin û qetilkirinê bûne.
Medya cîhanî da zanîn ku ev guhertina medyayî tenê şanoyeke propagandayê ye, ji ber ku di rastiyê de zextên hêzên zordar ên rejîma Îranê li ser jinên li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi tundî berdewam dikin û nehatine rawestandin.
Her wiha hate gotin ku jinan di navxwe de nasnavê ‘çivîkên hikûmetê’ li wan jinên ku bi pere yan ji bo armancên taybet li ber kamerayan rola cuda dilîzin kirine. Heta rapor hene ku dibêjin pêşniyara sê milyon tûmenan li jinan hatiye kirin daku bê laçik li ber kamerayên desthilatê wekî alîgir xuya bikin.
Hêjayî gotinê ye ku beriya niha bavê Jîna Emînî ragihandibû ku keça wî Jîna ji bo çend mûyên porê xwe hatibû qetilkirin, lê niha desthilat jinên bê laçik wekî amûra reklama xwe bi kar tîne. Ev rewş, binpêkirina destkeftiyên mirovî yên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya di sala 2022’yan de destpê kiribû nîşan dide.







