ROJEVA 26'Ê GULANA 2026'AN
- 09:00 26 Gulan 2026
- Rojev
*Seroka Komeleya Jîngehê ya Mûnzûrê Hatûn Esen diyar kir ku ew wêrankirina ekolojîk a li Kurdistanê wekî tecrîdê dibînin û li dijî wê têdikoşin û got ku armanca girtina ekolojîstan astengkirina têkoşîna ekolojîk a li Kurdistanê ye. DÎMEN HEYE
*Leyla Erşek, dayika Sabahat Erşek a ku di dema qedexeya derketina derve ya li Hezexê de jiyana xwe ji dest da, ev 10 sal in her hefte diçe Deştadarê, bajarokê ku keça wê lê hatiye veşartin. DÎMEN HEYE
* Li Rihayê ku yek ji bajarên ked û îstismara zarokan lê zêde ye, rewş her ku diçe xirabtir dibe. Hejmara zarokên ku tenê di karê çandiniyê de dixebitin17 hezar e, gelek zarokên din jî di sektorên cuda cuda de ji bo debara malê dixebitin.
*Ji TJA'yê Berîvan Zatsan li ser astengiyên li pêşiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û pêşketinên li Rojhilata Navîn axivî û got, "Qonaxa ku pêvajo ber bi wê ve diçe dê çarenûsa Rojhilata Navîn diyar bike. Çareserî perspektîfa ku Birêz Abdullah Öcalan pêşkêş dike ye," û xwest ku gavên berbiçav bi lez û bez werin avêtin. DÎMEN HEYE








