Li Rihayê hejmara xebatkarên zarok zêde dibe
- 09:05 26 Gulan 2026
- Zarok
Gulîstan Gumuş
RIHA - Li Rihayê ku yek ji bajarên ked û îstismara zarokan lê zêde ye, rewş her ku diçe xirabtir dibe. Hejmara zarokên ku tenê di karê çandiniyê de dixebitin17 hezar e, gelek zarokên din jî di sektorên cuda cuda de ji bo debara malê dixebitin.
Li Tirkiyeyê mesrefên jiyanê yên zêde, krîza aborî ya kûr û xizaniya zêde rasterast bandorê li jiyana zarokan dike. Gelek malbat ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn têdikoşin û zarok her ku diçe bêtir dikevin nav hêza kar. Pispor destnîşan dikin ku ferzkirina li zarokan di temenê biçûk de ji bo nav hêza kar ne tenê ji hêla aborî ve, lê di heman demê de ji hêla psîkolojîk û civakî ve jî encamên giran bi xwe re tîne. Zarokên ku neçar dimînin dest ji dibistanê berdidin, bi demjimêrên xebatê yên dirêj re rû bi rû dimînin û di karên giran de tên xebitandin û ev jî fikarên zêdetir li ser pêşeroja zarokan zêde dike . Parêzvanên mafên zarokan diyar dikin ku zarok, nemaze di malbatên xizan de, neçar dimînin ku beşdarî budceya malbatê bibin ku di zarokatiyê de dibe sedema trawmayek kûr. Derûnînas destnîşan dikin ku zarokên di temenê biçûk de dikevin nav hêza kar, gelek caran nexweşiyên fikarê, windakirina baweriya bi xwe û lawaziyê li wan peyda dibin.
Li gorî daneyên sala 2024'an, ji sedî 24.9' ê zarokan dixebitin
Li gorî lêkolîna ku ji hêla Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ve di sala 2024'an de hatiye weşandin, rêjeya xebata zarokên temenê wan di nava 15-17 salî de gihîştiye ji sedî 24.9'ê. Li gorî daneyan her ji 4 zarokan yek dixebite.
Di bin navê perwerdehiya pişeyî de keda erzan: MESEM
Di demeke ku nîqaşên li ser destwerdana zarokan di hêza kar de berdewam dikin, pergala Navenda Perwerdehiya Pîşeyî (MESEM), ku di salên dawî de bi berfirehî hatiye bicîhkirin, jî bûye mijara rexneyan. Rêxistinên perwerde û kedê dibêjin ku zarok di bin navê "perwerdehiya pîşeyî" de wekî keda erzan tên xebitandin. Gelek zarokan di dema xebata di nav pergala MESEM'ê de di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî rapora Lijneya Tenduristiya Kar û Ewlehiyê (ISIG), di sala 2025'an de 94 zarokan di encama keda erzan de jiyana xwe ji dest dane.
Piraniya mirinan di sektora çandiniyê de çêbûne: Îsal 31 zarok mirin
Li gorî rapora ISIG-ê ya ku di Gulana 2026'an de hatiye weşandin, hejmara herî zêde ya mirina zarokan di sektora çandiniyê de çêbûye. Li gorî qeydan 31 zarokan di dema xebata di karên çandiniyê de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha rapor diyar dike ku 68 ji zarokên ku mirine di navbera 15 û 17 salî de ne.
Di du salên dawî de li Rihayê 61 zarok mirine
Li gorî raporên herêmî yên li ser daneyên ISIG'ê, Riha wekî yek ji bajarên ku rêjeya mirina zarokan a herî bilind li Kurdistan û Tirkiyeyê lê heye derdikeve pêş. Li gorî daneyên ku di çapemeniya herêmî de hatine weşandin, di navbera salên 2013 û 2025'an de li bajêr herî kêm 61 zarok mirine. 17 hezar Zarok li Rihayê di karên çandiniyê yên Demsalî de tên xebitandin
Wêneya giştî li Tirkiye û Kurdistanê li Rihayê ku navendeke hilberîna çandiniyê ye, hîn bêtir eşkere dibe. Li gorî lêkolîna Enstîtuya Fişekê ya li ser karên çandiniyê yên demsalî, bi qasî 124 hezar û 630 kes li Rihayê di çandiniyê de dixebitin. Heman lêkolîn nîşan dide ku bi qasî 17 hezar zarokên 5-15 salî tenê di karên çandiniyê yên demsalî de dixebitin. Li Rihayê, zarok neçar dimînin ku bixebitin û ji ber vê yekê ji dibistanê têne derxistin.
Tê ragihandin ku zarok di zeviyên pembû, îsotê tûj, fistiq û sebze de, bi taybetî li navçeyên Pirsûs, Wêranşar, Harran, Kaniyaxezalan û Serêkaniyê, bi giranî têne îstismarkirin. Rêxistinên mafên mirovan û xebatkarên perwerdehiyê diyar dikin ku hejmareke mezin ji zarokan di mehên havînê de ji dibistanê têne derxistin û hin ji wan heta di sala xwendinê de jî berdewam dikin.
Qeza û Travma
Îstîsmara keda zarokan li Rihayê ne tenê bi sînorên bajêr ve sînordar e. Li gorî lêkolînên herêmî û raporên -hatine eşkerekirin, her sal bi sed hezaran malbatên karkerên çandiniyê yên demsalî bi zarokên xwe re koçî bajarên cûda dikin. Zarok gelek caran di konan de dimînin û di gihîştina ava paqij, lênihêrîna tenduristiyê û xizmetên perwerdehiyê de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin. Ev malbat ne tenê li Riha û navçeyên wê, lê di dema rêwîtiyên xwe yên ber bi bajarên din ve di qezayên trafîkê de jî hezkiriyên xwe winda dikin. Hin zarok di van qezayan de jiyana xwe
ji dest didin, hinên din jî neçar in ku demek dirêj bi trawmaya bûyerên ku wan şahidî kirine re têbikoşin.








