13 sal ceza li Daniela Klette hat birîn
- 19:26 27 Gulan 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama RAF’ê ya berê Daniela Klette piştî fîrara 30 salan li Elmanyayê hat girtin, bi hinceta diziyên çekdarî yên piştî hilweşandina rêxistinê kirine 13 sal ceza lê birîn.
Dadgeha Elmanyê bi hinceta diziyên çekdarî yên ku piştî hilweşandina Fraksiyona Artêşa Sor (RAF) kirine 13 sal ceza li Daniela Klette birî.
Klette ya 67 salî, piştî fîrariya nêzî 30 salan di Sibata 2024’an de li Berlînê bi nasnameyek sexte hat girtin.
Dadgehê ragihand ku Klette ligel endamên RAF’ê yên berê Burkhard Garweg û Ernst-Volker Staubku hîn nehatine girtin, di navbera salên 1999 û 2016’an de wesayîtên zirxî û kaseyên supermarketan dizîne.
Li gorî dozgeriyê, tevahiya mîqdara diziyan gihîştiye nêzîkî 2.4 milyon euro.
Dadgehê îdia kir ku êrîş plankirî hatine kirin û bersûc “bi enerjiyek mezin" tevgeriyane.
Daniela Klette di heman demê de têkildarî sê êrîşên siyasî yên ku di navbera salên 1990 û 1993’yan de li ser navê RAF’ê hatine kirin tê darizandin.
Li gorî dosyaya lêpirsînê ya endama RAF’ê ya berê;
- Di sala 1990’an li avahiya Deutsche Bankê teqemenî bi cih kiriye,
- Di sala 1991’an de Balyozxaneya DYE’yê ya li Bonnê gulebaran kiriye,
- Di sala 1993’yan de beşdarî êrîşeke bombeyî ya li ser girtîgehek li başûrê Elmanyayê bûye.
Hat diyarkirin ku ev dosya di dozeke din a cuda de didome.
RAF ji salên 1970’an û pê ve li Elmanyayê bi sûîqest, bombekirin û revandinan tê nasîn.
Rêxistin ji ber xebatên çekdarî yên li ser navê têkoşîna dij-emperyalîstê ji qetilkirina 34 kesan berpirsyar tê dîtin . RAF di sala 1998’an de fesixkirina xwe ragihandibû.








