Mujde Gungor berî ku bê qetilkirin alîkarî xwestîye
- 14:26 5 Hezîran 2026
- Rojane
MÛŞ-Hat diyarkirin ku Zafer Gor, yê ku li Bursayê Müjde Güngor kuştiye, ji ber ku wê dixwest jê veqete ew kuştiye. Malbata Mujde Gungor daxwaza edaletê dike.
Müjde Gungor di 3'ê Gulanê de ji aliyê mêrê pê re haibû zewicandin Zafer Gungor ve li navçeya Osmangazî ya Bursayê hatibû kuştin. Müjde Gungor duh li gundê Sêmerşêx yê navçeya Kopa Mûşê hat veşartin. kujerê ku piştî kuştinê reviyabû piştî demeke kurt hat girtin û şandin girtîgehê. Hat diyarkirin ku di îfadeya xwe ya ji polîsan re de, kujer gotiye, "Wê dixwest ji min veqte, ji ber vê yekê min ew kuşt."
Malbata Mujde Gungor ku di şînê de em pê re hevdîtin kir diyar kir ku Mujde Gungor di tevahiya zewaca xwe de ji aliyê kujer ve û malbata wî ve tundiya fizîkî û psîkolojîk dîtiye.
Ji aliyê kujer û malbata wî ve tundî lê hatiye kirin
Endamên malbatê diyar kirin ku bûyer bi zanebûn hatiye plankirin û Mujde Gungor berî kuştinê bi birayê xwe re bi telefonê axiviye û alîkarî xwestiye. Malbatê biryar wiha vegot: "Müjde hem ji aliyê kujer û hem jî ji aliyê malbata wî ve zext lê hatine kirin. Wan gef lê xwariye ku ji malbata xwe re behsa şer û nakokiyên xwe yên bi kujer re neke. Wê gelek pirsgirêk jiyane û îşkenceya psîkolojîk kişandiye. Berî ku were kuştin, ew dîsa bi birayê xwe re bi telefonê axiviye û alîkarî xwestiye. Wê gotiye, 'Ew li çekê digere da ku min bikuje.' Piştî vê telefonê, me bi malbata sûcdar re têkilî danî û rewş rave kir, lê wan hewl da ku me ji mudaxeleyê dûr bixin û gotin 'tiştekî wisa tune ye.' Ji me re gotin 'li cihê xwe bimînin' û ne gazî polîs û ne jî gazî ambulansê kirine. Dema ku em gihîştin malê, her tişt berê qewimîbû. Li Mujdeyê jî tundiya fizîkî gelek caran hatiye kirin. Wê gelek zehmetî kişand, tevî her tiştî têkoşîn da, lê ew hat kuştin. Em hîn bûn ku kujer di îtîrafa xwe de gotiye, 'Wê got ku ew dixwaze veqete, ji ber vê yekê min ew kuşt.'"
'Em edaletê dixwazin'
Malbatê di axaftina xwe de wiha domand: "Em edaletê dixwazin, divê sûcdar bi awayê herî dijwar were darizandin. Tenê wê demê dilê me dê rehet bibe. Divê ew bi efûyê neyê berdan, êdî bes e. Em her roj van nûçeyan li ser televîzyonê temaşe dikin, me nizanibû ku rojekê ev yek bi serê me jî dê bê. Bila her kes dengê xwe derxe, em dengê xwe bilind bikin. Werin em dengê xwe derxin, bila ev kuştin bi dawî bibin."







