Doza fuhuşê hat taloqkirin

  • 16:07 10 Hezîran 2026
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Danişîna doza Ayşegul Akdogan a ku jinan dikşîne nava fihûş û tiryakê, bi daxwaza guhdarîkirina şahidan hate taloqkirin.
 
Danişîna 8emîn ya doza Aysegul Akdogan a ku di 27’ê Îlona 2024’an de bi tawanbariya “birîndarkirina hêsan” û “aşkerakirina dîmen û dengên jiyana taybet” derbarê wê de doz hatibû vekirin, li 3’yemîn Dadgeha Asliye ya Colemêrgê hat lidarxistin. Dayika P.K.yê N.O. ku gilîkar e, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû, lê Ayşegul Akdogan tev li danişînê nebû. Şandeya dadgehê, ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyayê de û ji bo guhdarîkirina şahidan, danişîn taloqî 16’ê Cotmehê kir.
 
Çi qewimîbû ?
 
Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê, piştî belavbûna dîmenê ku Ayşegul Akdogan li P.Kya 17 salî dida û heqaret lê dikir, di 27’ê lona 2024’an de derbarê wê de îddianameyek amade kiribû. Piştre hat angaştkirin ku Ayşegul Akdogan jinan dikişîne nava fihûş û hişbirê. Di îddianameya ku bi tawanbariya “birîndarkirina hêsan” û “aşkerakirina dîmen û dengên jiyana taybet” hatibû amadekirin de, îfadeyên malbatên wan jin û zarokên ku hatine xapandin û kişandin nava fihûşê jî cih girtibûn.