Perwîn Yûsif: Me mekanîzmeya aktîfkirina şandeya Kurdî nîqaş kir
- 15:20 29 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk Perwîn Yûsif da zanîn ku wan xala herî girîng a ku wan duh di civînê de nîqaş kir, mekanîzmaya aktîfkirina şandeya Kurdî, berdewamkirina dan û standina di navbera hemû hêz û partiyên Kurdî de bû.
Duh (28 Hezîran) li bajarê Qamişlo ji bo nîqaşkirina dosyayên girêdayî herêmê, xurtkirina yekrêzî û yekhelwesta Kurdî 27 partî û tevgerên Kurdan, ji bilî ENKS`ê, li navenda giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hev civiyan. Civîn li pêş dezgehên çapemeniyê girtî bû.
Der barê naverok û armanca lidarxistina civînê de hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif ji ANHA`yê re axivî.
Perwîn Yûsif got: “Piştî konferansa ku di 26`ê Nîsana 2025`an de bi beşdariya partiyên siyasî yên Kurdan de pêk hat, yek ji xalên encamnameyê avakirina şandeyeke Kurdî ku temsîla doza gelê Kurd bike û ji bo wê dan û standinê bike bû, bi taybet bi Şamê re, lê bersiva destpêkê ya Şamê nenaskirina şandeyê bû.”
Di berdewama axaftina xwe de Perwîn Yûsif ev tişt anî ziman: “Armanca vê yekê tê wateya ku şandeyeke hevbeş a ku hemû Kurdên li Sûriyeyê digire nava xwe ji bo avakirina Sûriyeya nû tune ye. Li ser vî esasî ev civîn ji bo şopandina rewşa heyî hate lidarxistin.”
Perwîn Yûsif da zanîn ku armanca şandeyê çûyîna Şamê bû, lê ev çûyîn heta niha pêk nehatiye û wiha got: “Ji bo vê yekê me xwest bi rêya vê civînê li nêrîn û pêşniyarên guncaw ji bo vê rewşê guhdar bikin. Me xwest ji bo aktîfkirina şandeyê û pêkanîna biryarên hevbeş ên ku me di konferansê de girtibûn, nîqaşan bikin.”
Hevseroka PYD`ê Perwîn Yûsif di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku xala sereke ku li ser nîqaş hatin kirin, çawaniya aktîfkirina şandeya Kurdî bû, di civînê de ji bo berdewamkirina guftûgoyên di navbera hemû hêz û partiyên Kurdî de girîngî hate dayîn.







