Remza hêvî û têkoşîna jina kurd: Zîlan

  • 09:06 30 Hezîran 2026
  • Portre
AMED - Zeynep Kinaci (Zîlan), bi sekna xwe, bi berxwedana xwe bû remza têkoşîna azadiya kurd û têkoşîna jinên kurd. Her wiha wê hêviyek û mîrateyek mezin li dû xwe hişt. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê çalakiya Zîlanê pêk anîbû de wiha gotibû: “Bi çalakiya pêk anî ez derbas kirim. Ji vir şûnde ez encax dikarim bibim mîlîtan û şopdara Zîlanê."
 
Zeynep Kinaci (Zîlan) yek ji jineke têkoşer e. Wê bi vê têkoşîna xwe mîrateyeke mezin li dû xwe hişt. Her wiha ew wekî nokteyên girîng a dîroka kurdan tê zanîn. Zeynep Kinaci (Zîlan) bi wêrekiyeke mezin li Dêrsîmê çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Dibe ku wekî fîzîkî wê koça dawî kir lê belê rihê têkoşîna wê her tim di nava kurdan de zindî ma. Di nameya li pey xwe hiştibû de wiha digot: “Îdiaya jiyana min gelek mezin e. Dixwazim bibim xwedî jiyanek watedar û çalakiyek mezin. Ji bo ku ji mirov û jiyanê hez dikim vê çalakiyê pêk tînim. Dixwazim bibim sembola jina kurd.” Zeynep Kinaci (Zîlan), di 30’yê Hezîrana 1996’an de bi çalakiya pêk anî jiyana xwe ji dest da. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê Zîlanê de gotibû: “Zîlanê bi çalakiya xwe ez derbas kirime. Ji vir şûnde ez encax dikarim bibim şopdar û mîlîtana Zîlanê.”
 
Zîlan kî ye?
 
Zeynep Kinaci (Zîlan), di 10’ê Tebaxa 1971’ê de li gundê Elmali yê Meletiyê hat dinê. 7 xwişk û birayek bûn. Ya herî biçûk ew bû. Bi eslê xwe ji gundê Elmalî yê Meletiyê bû. Li Zanîngeha Meletiyê Beşa Rehberî û Şêwirmendiya Derûnî ya Zanîngeha Înonu xwend. Piştî zanîngehê li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê wek teknîsyena rontgenê xebitî. Malbata Zeynep Kinaci (Zîlan), di bin bandora feodal de bû û li aliyê din jî burjuvaya biçûk bûn. Di 1994’an de di meha tebaxê de li Edeneyê tevlî xebatan dibe û di 1995’an de tevlî PKK’ê dibe û navê Zîlanê digire. Di 6’ê gulana 1996’an de li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hewldanek suîkastê pêk hatibû. Ev hewldan vala derketibû. Zîlanê wek bersiva ji bo van êrişan ‘çalakiya herî mezin û watedar’ amade kir.
 
‘Zîlan manîfesto ye’
 
Zeynep Kinaci (Zîlan), têkoşîn û berxwedaneke bi salan di dilê xwe de hewandibû. Bi vê hêzê wê çalekiyeke dîrokî pêk anî. Bi vê çalakiyê xeteke girîng di dîrokê de da nivîsandin. Di 1996’an de di roja dawî ya hezîranê de li Dêrsîmê roja înê bi merasîmê sirûd dihat xwendin. Zîlan bi kelecanek mezin li parqê rûnişt. Weke hêrsa salan di dilê wê de bû. Zîlanê li saeta xwe mêze kir û rabû ser piyan. Qêrinek ji Dêrsîmê hat. Ev qêrîna Zîlanê bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî Zîlanê bi van gotinan ew vegotibû : “Zîlan manîfesto ye. Banga azadiyê ye. Zîlanê bi çalakiya xwe ez derbas kirime. Ji vir şûnde ez encax dikarim bibim şopdar û mîlîtana Zîlanê.”
 
'Divê em xwedî li vê mîrateya dîrokî derkevin'
 
Zeynep Kinaci (Zîlan), berî çalakiya dîrokî pêk bîne nameyek li dû xwe hişt. Hestên xwe bi rêya vê nameyê anî ziman. Zîlanê di nameya xwe de wiha digot: “Dema mirov li dîroka gelan dinêrin pêşengên ku wan dibin rizgariyê hene. Dîrok piştrast dike ku tu netewe û çîn bêyî Rêber naçin serkeftinê. Serok di asta herî jor de nûbûn û pêşketinê temsîl dike, yanî mirovê nû, fikra nû, hemû jiyanê li gorî jiyana civakê teşe dike û peywiran digire ser milê xwe. Bêguman Rêbertiya PKK’ê jî neçare pir cuda be. Di vî alî de Serokatiya Partiyê bi her alî, pêşketiye, nû ye, jiyana xwe daye ser jiyana mirovahiyê. Ev nikare bê nîqaşkirin. Divê em xwedî li vê mîrateya dîrokî derkevin û hewcedariyên pêvajoyê bînin cih. Pêvajo çalakiyên întîxarê ferz dike. Ev hem hewldanek dîrokî hem jî di alî me de wê bersiveke baş a ji bo dijmin be. Çalakiyên wisa wê welat li wan bike zindan. Ev di alî me de di serî de ji bo gelê me û hemû hêzên me yên şer wê bibe moral, cesaret, wê berxwedanê xurt bike, wê nîşan bide ku em di doza xwe de çiqas bi birayar in û di vê rê de bedela wê bi bombeyan di bedena xwe de diteqînin.
 
'Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke watedar'
 
Li dijî polîtîkayên emperyalîzmê ku jinan dike kole, dixwazim bombeyê di bedena xwe de biteqînim û mezinbûna hêrsa xwe nîşan bidim û bibim sermbola berxwedana jinên kurd. Îdiaya jiyana min gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin. Têkoşîna rizgariya neteweyî ya bi pêşengiya Serok Apo tê meşandin wê demek nêz de bigihêje serkeftinê û wê gelê min cihên ku heq dike bigire. Îdiaya jiyana min pir mezin e.  Ez ji jiyan û mirovahiyê hez dikim. Dixwazim vê çalakiyê pêk bînim. 
 
'Em ji bo siberojên azad amade ne'
 
Gelê min yê welatparêz ! Ez bi vê çalakiyê hewl didim bibim zimanê dilê we. Em bi hezaran zarokên we yên li çiya ji bo siberojên azad amade ne ku bi hezaran carî canê xwe feda bikin. Divê hûn jî di van rojên ku şerê me sor bûye de aliyên xwe zelal bikin. Navê şerê me şerê gel e. Ger wisa be em ê peywira xwe jî bînin cih. Divê em dest ji azadiya xwe bernedin. Welatê me bi nirx e. Ji ber vê dijmin evqas bi israr e. Çima em ne bi israr bin? Ji canê me wêdetir tiştekî em winda bikin heye gelo? Ez wek hemûyan bi baweriya ku peywira xwe bînin cih silav dikim!”
 
'Zîlan kesayeteke xurt bû'
 
Zeynep Kinaci (Zîlan), li ser esasên têkoşîneke bi rûmet kesayeta xwe bi teşe kiribû. Kesayeteke xurt bû. Wê hêza xwe ji jinên têkoşer ên di dîrokê de mîrayek mezin hiştibûn, girtibû. Bi vê hêzê ji nifşên li dû xwe bûbû mînakeke berxwedan û têkoşînê. Wê tu carî gav ji têkoşînê paşde neavêt. Ev yek ji xwe re wekî rûmetekê hilbijartibû. Ev rûmet jî bû mînakeke dîrokî. 
 
‘Çalakiyek fedakar e’
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî Zîlanê ev nirxandin kiribû: “Çalakiya Zîlanê ne çalakiya întîxarê ye. Çalakiyek dîrokî, plankirî, wêrek, fedekar e. Çalakiya wê xwedî wateyeke mezin e. Cihê vê çalakiyê gelek girîng û dîrokî ye. Çalakiyek rast ya pêşketî û PKK heq dike ye. Zîlan kakilek bi heybet a dîrokê ye. Keseke ji dozê ya xwe nespêre dîrokê bê kok e. Hevala mezin, heta dawî gihiştiye koka xwe. Di ferqa vê de di hişmendî û berpirsyariya vê de ye. Terzeke çalakiyê ya bi heybet e.”