Abdullah Ocalan: Divê xeteke weşanê ya rêbazan pêş dixe, bê esasgirtin

  • 10:18 2 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji rojnameya Komînal re şand û got, "Pêwîstî bi xeteke weşanê heye ku di nava jiyanê de bersiva xwe dibîne, civakê bi rêxistin dike û rê û rêbazên pratîkî diafirîne."
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji hejmara Tîrmehê ya rojnameya Komînalê re şand. Peyama Rêber Abdullah Ocalan ya bi sernavê "Divê ne tenê teoriyê hilberîne, di heman demê de xetekê biafirîne ku rêyên pratîkî jî vedike" bi vî rengî ye:
 
"Xuya ye hûn hewl didin çarçoveyeke teorîk a xurt ava bikin. Lê belê pêwîstiya dema nû ne tenê nîqaşên teorîk e; pêwîstî bi xeteke weşanê heye ku di nava jiyanê de bersiva xwe dibîne, civakê bi rêxistin dike û rê û rêbazên pratîkî diafirîne. Ji ber vê yekê; di wê baweriyê de me ku divê hûn bi taybetî giraniyê bidin ser sernavên rêxistiniya pratîkî.
 
Di serdemeke dîrokî de bi destpêkirina dema nû ya weşanê re Komînalê ragihandiye ku ew van wezîfeyan hildigire ser milê xwe û bi navê xwe biryardariya xwe ya ji bo bicihanîna van wezîfeyan destnîşan kiriye. Lewma weşana nû divê tenê weke karekî weşanê neyê dîtin. Di heman demê de divê bibe dengê avakirina civakî, polîtîk û îdeolojîk a dema nû, bibe hêza diyarkirina rêgeha serdema nû."