Kiryarên doza tacîzê ya MESEM’ê hatin berdan
- 15:34 2 Tîrmeh 2026
- Hiqûq
ENQERE - Derbarê kiryarên destdirêjiya li zarokên ku di çarçoveya MESEM’ê de li Meclîsê dihatin xebitandin de, ceza hate dayîn û piştre hatin berdan. Ji kiryaran re rêya mafê îstinafê hate vekirin.
Aşkera bû ku zarokên di çarçoveya Navenda Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) de li xwaringeha Meclîsê dixebitin, bi awayekî sîstematîk rastî destdirêjiya karmendên Meclîsê hatine. 5’emîn rûniştina doza ku li ser giliyê zarokan hat vekirin, li 57’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya li Edliyeya Sihhiye ya Enqerê pêk hat.
Tevî ku heyeta dadgehê di danişîna 4’emîn a doza derbarê bûyerê de hatî vekirin de ramana xwe amade kiribû, rûniştina biryarê hate taloqkirin. Derbarê Recep Seven, Durmuş Ugurlu, Ramazan Çetîn, Îbrahîm Beşlîoglu û Halîl Îlker Guner de, bi şerta qedexeya derketina derveyî welat û tedbîrên edlî, biryara tehliyeyê hate dayîn.
Rûniştina îro, piştî tekezkirina nasanmeyan dest pê kir. Kiryaran îfadeyên xwe pêşkêş kirin.
‘Baweriya bi edaletê hatiye têkbirin’
Parêzer Cemîle Dîdem Karaman mafê axaftinê girt û got: “Tevî ku ramana rûniştina dozê beriya niha amade bû û hemû kes di salona danişînê de bûn, çawa danişîn destpê kir, tavilê heyeta dadgehê diyar kir ku dê biryarê nedin. Piştre biryara tehliyeyê dan. Vê yekê jî baweriya me ya hiqûqnasan a bi edaletê têk biriye. Li vî welatî, biryarên ku derbarê jin û zarokan de tên dayîn rê li ber bêcezatiyê vedikin. Em mijara rizayê jî ji bo nîqaşan venakin.”
‘Ji bo ji sûc rizgar bibe beyan dide’
Gotinên kiryaran ên derbarê bêbextiyê de, bê bingeh in. Ji ber ku di nava aliyan de tu dijminatî tune ye. S.E. bi zarokên din ên mexdûr re stajyerî nekiriye. Di nava wan de hevaltî jî tuneye. Durmuş Ugurlu ji destpêka dozê ve ji bo ku ji ceza bireve daxuyaniyan dide.”
Dozgeriyê daxwaza ceza kir
Dozgeriyê piştre raya xwe aşkera kir û xwest ku Durmuş Ugurlu li gorî xala 103 ya Qanûna Cezaya Tirk û kiryarên din jî li gorî xala 105’an bên cezakirin. Piştre dema binçavkirin û di girtîgehê de li ber çav hat girtin, xwest tedbîrên kontrola dadwerî jî bên sepandin.
Biryar
Halîl Îlker Guner bi sûcê ‘Li dijî zarok tacîza zayendî’ salek, 16 meh û 3 roj cezayê girtîgehê, Îbrahîm Beşlîoglu jî salek, 15 meh û 6 roj cezayê girtîgehê girtin. Ji sûcê ‘li dijî zarok destdirêjiya zayendî ya bi rêya tacîzê’ biryara beraetê hate dayîn.
Dadgehê ji ber sûcê tacîzê li dijî du zarokên cûda bi temamî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Recep Seven.
Dadgehê derbarê Durmuş Ugurlu de ji destdirêjiya zayendî 5 sal û ji ber tacîza zayendî salek cezayê girtîgehê da. Di doza giştî de kiryar hatin beraetkirin. Ramazan Çetîn ku ji destpêka dozê ve ne girtî dihat darizandin jî, beraet kir.
Heyeta dadgehê hemû daxwazên kontrola edlî rakir û di heman demê de ji bo kiryaran rêya îstinafê vekir.







