Ayşegul Dogan: Heyeta me nikare bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike
- 13:06 3 Tîrmeh 2026
- Ramyarî
ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ji 24'ê Gulanê ve bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neaniye û wiha got: “Çima heyeta DEM Partiyê 40 roj in nikare hevdîtinê bike? Pêşnûme ji me re nehatiye. Em nizanin çi di naveroka wê de heye. Dibêjin pêşnûme ji birêz Ocalan re çûye û erê kiriyê. Lê em ê vê çawa piştrast bikin? Heyeta me nikare hevdîtinê bike.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya DEM Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.
Ayşegul Dogan anî ziman ku Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê di civînên xwe de geşedanên girîng gotûbêj kirine û wiha got: “Pêvajoya qanûna çarçoveyê rojeva sereke ye. Bendewariya gel ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê heye. Lê mixabin em nikarin li ser demokratîkbûyîna Tirkiyeyê tiştên erênî bêjin. Komediyenekî bi navê Denîz Goktaş dûh hat binçavkirin. Divê ev sepanên li dijî demokrasiyê bên rakirin. Em piştgiriya xwe ya ji bo Denîz Goktaş radigihînin û dibêjin divê ev sepanên li dijî hiqûqî bi dawî bibin.”
Ayşegul Dogan bal kişand ser geşedanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Agahiyên pir şaş tên belavkirin. Weke DEM Partî ji bo ev pêvajo bigihîje encamê û zemîna demokrasiyê bê xurtkirin bi hesasiyet tevgeriya. Lê mixabin di van deman de agahiyên ne rast û îdiayên nayên qebûlkirin tên belavkirin. Lê rayedarên desthilatê li ber van agahiyan bêdeng in. Em jî di serî de dibêjin heke bingeheke qanûnî tunebe dê xeterî derkevin pêşiya pêvajoyê. Ji bo wê jî divê salnameyek-takwîmek bê diyarkirin. Di van demên dawî de agahiyên erênî jî hene. Li ser dema qanûna çarçoveyê mutabaketek-lihevkirinek heye. Lê ji bo takwîmê tiştekî hatiye diyarkirin tune ye. Mutabakat heye ku beriya Meclîs bikeve batlaneyê, qanûna çarçoveyê dê were rojevê.”
Ayşegul Dogan diyar kir ku qanûna çarçoveyê dê çi bibe hê ne diyar e û ev yek anî ziman: “Rêxistinê çekên xwe şewitandin. Divê pêvajoya çekdanînê mîsoger bibe û desthilat û partiyên siyasî jî li ser vê yekê rawestin. Dê çawa bêçekbûn mîsoger bibe; Bi demokratîkbûyîn û mîsogeriya hiqûqê pêkan e. Ji bo wê jî hewcedarî bi qanûna çarçoveyek berfireh heye. Birêz Ocalan jî di daxuyaniya 27'ê Sibatê de diyar kir ku hewcedarî bi qanûn heye. Ji bo wê jî qanûna bêçekirinê divê neyê kategorîkirin. Kategorîkirin; bi Tirkiyeyê dide windakirin. Divê em ji serpehatiyên berê dersê derxin. Qanûna çarçoveyê gaveke girîng e ji bo piştî bêçekirinê, lê dê çi bibe? Divê destûr neyê dayîn ku derbarê hundirê qanûna çarçoveyê de agahiyên derew bên belavkirin. Endamên rêxistinê jî ji bo çekdanînê dipirsin wê çi qanûn bên derxistin. Divê bersiva vê pirsê bê dayîn.”
Ayşegul Dogan bal kişand ser rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê û axaftina xwe wiha domand: “Komîsyona Meclîsê li ser fikra hemû partiyan raporek amade kir. Dîsa bi muzakereyan qanûna çarçoveyê dikare bê amadekirin. Pêdivî bi qanûnek ji bo vegera endamên rêxistinê heye. Ev ji bo pêvajoyê hewcedariyeke bingehîn e. Birêz Numan Kurtulmuş li ser qanûna çarçoveyê dibêje divê neyê derengxistin û tiştek li derve neyê hiştin. Em jî tev li van gotinan dibin. Lê dîsa birêz Kurtulmuş dibêje ev qanûn dê ji bo careke bê derxistin. Ji bo me ne girîng e dê çend caran bê derxistin. Em dixwazin êdî kes neyê kuştin. Divê bi tu awayî peşk li vê pêvajoyê neyê xistin, yanî rê li ber provakasyonan bê girtin. Birêz Kurtulmuş dibêje, ‘Yên hatin dê werin, yên nehatin jî ew dizanin û derî ji wan re girtî ye’. Divê ji bo pêvajoyê zimanekî erênî bê bikaranîn. Ev ziman ne rast e. Divê zimanekî ku bêje derî heta dawî dê vekirî be bê bikaranîn. Bendewariya me ji birêz Numan Kurtulmuş ew bû. Lê mixabin zimanekî fikaran çêdike bikar tîne.”
Ayşegul Dogan derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî ev nirxandin kir: “Birêz Bahçelî bang li birêz Ocalan kir. Birêz Ocalan jî bang li rêxitina xwe kir û li gor wê gav hatin avêtin. Niha em gihîştin salvegera şewitandina çekan. Birêz Ocalan dixwast bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike. Me jî gelek caran got divê şert û mercên birêz Ocalan werin guhertin. Lê tevî muzakerevanê sereke ye jî şert û mercên birêz Ocalan nehatine guhertin. Ji bo serkeftina pêvajoyê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û birêz Ocalan bi hemû kesan re hevdîtinê bike. Tevî ku birêz Ocalan pêvajoyê aniye vê merhaleyê jî şert û mercên birêz Ocalan nayên başkirin. Tecrîd hem didome û hem jî hevdîtin tên astengkirin. Çima deriyên Îmraliyê nayên vekirin? Çima Heyeta DEM Partiyê 40 roj in nikare bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike? Pêşnûme ji me re nehatiye. Dibêjin pêşnûme ji birêz Ocalan re çûye û erê kiriye. Lê em ê vê çawa pîştrast bikin? Heyeta me nikare hevdîtinê bike. Parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Em ê çawa bizanibin ku birêz Ocalan ew peşnûme qebûl kiriye. Tenê em dizanin ku di 25 Gulanê de hevdîtinek hatiye kirin. Em di aştiyê de israr dikin û em ê israr bikin jî. Em ê vê biryardariya xwe bidomînin. Heke hûn hevdîtinê bi birêz Ocalan re bi rêk û pêk nekin dê rê li ber nîqaşên xitimandina pêvajoyê vevike. Birêz Ocalan dibêje, ‘Bendemayîn ji bo pêvajoyê rîsan derdixe’.”
Ayşegul Dogan anî ziman ku amadekariyên ji bo kongreya partiya wan jî berdewam dikin û wiha axivî: “Dirûşmeya kongreya me diyar bû. Em ê bi dirûşmeya, ‘Ji bo Komara Demokratîk Civaka Azad û Rêxistinkirî” konferansên xwe li dar bixin û xwe bigihînin hemû beşên civakê. Em jî di pêvajoyeke guherîn û veguherînê de derbas dibin û nîqaşên vê yekê dikin. Bernameya partiya me jî tê amadekirin. Bernameya partiya me dê hemû beşên civakî bigire nava xwe û li ser esasê îradeya herêmî dê bibe. Em ê piştî konferansên li bajaran, konferansên herêmî li dar bixin û piştre konferansa jinan di 20-21ê Tebaxê de û konferansa mezin jî di 22-23'yê Tebaxê de li dar bixin. Piştî van konferansan jî em ê kongreya xwe ya mezin pêk bînin.”
Ayşegul Dogan li ser pirsên rojnamegeran a derbarê daxuyaniya KCK'ê de jî bi lêv kir ku ew lihevkirina-mutabakata ji bo qanûna çarçoveyê pirr girîng dibînin û wiha got: “Di meha Tîrmehê de qanûna çarçoveyê dê were rojeva Meclîsê. Lê dîrok ne zelal e. Hê jî em bi naveroka qanûna çarçoveyê nizanin. Em nizanin çi hatiye amadekirin. Gelek agahî tên belavkirin lê rast in an ne rast in em nizanin. Heyeta me gelek hevdîtin kirin. Bi AKP'ê re hevdîtin pêk anî. Li ser qanûna çarçoveyê dan û standin hatin kirin. Lê heta niha pêşnûmeqanûn bi me re nehatiye parvekirin. Divê ev pêşnûme bi me re û bi partiyên siyasî re bê parvekirin û piştî mutabakatê bê rojeva Meclîsê.”
Ayşegul Dogan li ser pirsa derbarê qeyiman de jî diyar kir ku dema qeyiman tê dirêjkirin û ji bo rakirina qeyiman geşedaneke nû tune ye û got: “Divê ev polîtîka û sepana qeyiman bi temamî ji holê bê rakirin.”
Ayşegul Dogan li ser pirsa guhertina navê DEM Partiyê jî diyar kir ku dê di konferansan de guhertina nav bê nirxandin û piştre jî dê hem guhertina nav û gelek xalên biryarê û bernameyê bên diyarkirin.







