Jinên Başûrê Kurdistanê: Werin em bibin yek!
- 10:14 8 Tîrmeh 2026
- Rojane
Derya Ren - Aysel Işik
SILEMANÎ - Jinên ji Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku têkoşîna azadiyê divê li gelek waran de were meşandin û gotin: "Pêdivî ye ku em li ser yek eniyê xebata jinan bikin yek."
Li Silêmaniyê bi tevlîbûna rêjeyek baş a jinan, çalakvan û siyasetmedarên ji çar aliyên Kurdistanê Sempozyuma bi navê "Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan" duh pêk hat. Sempozyum bi pêşengtiya Rêxistina Peywendiyên Jinên Kurd (REPAK) û Saziya Azadbûn li Salona Sînameyê ya Salim a Silêmanî pêk hat.
Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Esrîn Sine, Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad, Hevseroka Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) û Parlamentera berê ya HDP’ê Ayla Akat Ata û Seroka Rêxistina Azadbûn Dr. Geşe Dara Hefîd wek axaftvan tevlî sempozyumê bûn.
Jinên ku beşdarî sempozyûmê bûn ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.
Çalakvan Seywan Roslem, diyar kir ku jinên li Başûrê Kurdistanê gelek caran rastî astengiyan tên û got: "Ev astengî bi gelemperî di xebatên jinan de çêdibin. Eşkere ye ku tundî dikare bi rêxistinbûn û yekbûna jinan were astengkirin. Hîn jî ji bo azadiya jinan dem heye. Ji bo bidestxistina vê azadiyê divê em hîn bêtir hewl bidin. Ji ber ku pergala ku em pê re rû bi rû ne vê yekê nîşan dide. Belê, me hin maf bi dest xistine, lê ev têrê nake.
Rewşa jinan li seranserê cîhanê ev e. Lêbelê, rewşa jinan li herêma me cuda ye. Pêwîst e ku em yekîtî û xebata jinan li ser yek eniyê bînin cem hev. Ev yekîtî dikare li seranserê cîhanê, ji Kurdistanê dest pê bike, were bidestxistin. Dema ku em li Başûr dinêrin, jin hîn jî tên kuştin. Ji bo jinan qanûn tune ne."
Endama Platforma Jinên Kurd Şîrîn Tahîr, diyar kir ku jinên Kurd ne tenê li Kurdistanê, lê li seranserê cîhanê bi kesayetiya xwe ya berxwedêr derdikevin pêş û wiha axivî: "Jinên Kurd berxwedana xwe di her aliyê jiyanê de nîşan didin. Pêdivî bi qanûnên ku mafên jinan diparêzin heye. Rolên ku li Başûr ji jinan re hatine destnîşankirin zelal in. Di vê wateyê de, divê jin di navenda siyasetê de bin. Kongreyek jinan hat lidarxistin. Piştî wê, înîsiyatîfa jinan a 2025'an hebû. Bang li vê yekê hatin kirin. Ev bang ji bo yekbûna jinan bû. Bi taybetî, ji bo ku jinên Kurd bibin yek û nasnameya xwe îdîa bikin. Ji ber ku planên hêzên kolonyal ên ji bo talanê li dijî Kurdistanê eşkere ne.
Di vê merheleyê de, divê jin helwestek xurt nîşan bidin. Divê em yekitiya di nav neteweya xwe de misoger bikin. Di heman demê de, divê em yekitiya navneteweyî ya jinan misoger bikin. Ji ber ku azadiya jinan bi yekitiya wan ve girêdayî ye. Jin hewce ne ku xwe di her warî de birêxistin bikin. Ev divê di perwerde, siyaset û hemû warên din de be."







