Rejîma Îranê zextên li ser jinan zêde kirine
- 19:35 11 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê zextên li ser jinên çalakger zêde kirine, biçavkirin û girtin her diçin zêde dibin. Li aliyê din girtî ji mafê xwe yên esasî yên weke tenduristî û têkiliya bi malbatê re jî tê bêparkirin.
Li gorî rapora Dengê Girtiyên Îranê, yek ji çalakvanên dema dawî hatî binçavkirin Perya Ferûxî ye li Girtîgeha Evîn tê ragirtin 5 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Heta amadekirina vê raporê jî ji ti aliyeke fermî sedemê girtina wê nehatiye belavkirin. Di dema xwepêşandanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de Perya Feruxî hatibû binçavkirin û piştî lêborînê hatibû berdan.
Jina ciwan a temen 18 salî ya bi anvê Behar Gulçîn ya xelkê bajarê Meşhed, di xwepêşandanên dema dawî ya li Îranê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û heta niha çerenûsa wê nediyare. Hate ragihandin ku sedema binçavkirina wê jî tevlîbûna merasîma çileya çalakvanên jiyana xwe ji dest dane, hatiye diyarkirin.
Rêxistina Mafê Mirovan (HRANA) ragihand ku Elnaz Şakirdost aktor û sînemevana Îranî ji bo Dadgeha Şoreşê hatiye vexwendin, divê Yekşema pêşiya me li dadgehê amade be.
Welatiya xelkê Gorgan ya bi navê Fatme Camî bi qasî 10 rojin ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaata Îranê ve hatiye binçavkirin û hinceta wê jî têkiliya wê bi komên neyar re heye hatiye girtin. Li aliyê din çalakvanên mafê mirovan diyar kirin ku sedemê girtina wê, ji ber parvekirinên lis er tevna civakî ya Instagramê ye.
Helebestvana Şîrazî Fîrnaz Ceferzadegan ji aliyê dadgeha Îranê ve bi sûcê tevlîbûna pêngavên dijî tundiya li jinan bûye, pişgiriya li dijî zilm û darvekirinê bûye, bi cezayê girtina malê hatiye cezakirin û di bin kontrola çavdêriya teknolojiyê de tê ragirtin.
Li gorî rapora herî nû ya ji Girtîgeha Evînê çar girtiyên bi navê Şîwa Îsmaîlî, Merziye Farisî, Berûx Teqîpûr û Zara Sefayî ji mafên têkiliya bi malbatê re hatine qutkirin. Li aliyê din tenduristiya Şîwa Îsmaîlî û Îlahe Foladî xirab bûne. Ji mafên xwe yên tenduristiyê hatine bêparkirin.







