Ciwanan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan xwestin
- 23:36 12 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li taxa Ben û Senê ya Amedê daxuyani dan û dûre meşiyan. Azad Kilinç di daxuyaniyê de wiha got: “Rêber Apo ku ser muzakerwanên pêvajoyê ye, 49 roj in di bin tecridê de tê girtin. Divê statûya siyasî ya Rêber Apo were naskirin û azadiya wî ya fîzîkî demildest were dabînkirin.”
Meclîsa Ciwanan Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, naskirina statûya wî û çêkirina qanûnên pêwîst, li ber Birca Heft Birayan a li navçeya Bajarê Nû ya Amedê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de ku gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyê Rêber Apo ne”, “Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Jin, jiyan, azadî, azad bike Rêbertî” hatin berzkirin û posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin. Li gel nûnerên partiyên siyasî gelek ciwan beşdar bûn. Daxuyanî ji aliyê Azad Kilinç ve hate xwendin.
‘Şewitandina çekan, ji bo pêvajoyê gava herî watedar bû’
Azad Kiliç diyar kir ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kiribû nîşan da ku jiyaneke demokratîk û pêşerojeke azad gengaz e û got: “Ev modela ku Rêber Abdullah Ocalan danî holê bêbersiv nema; hem gelê Kurd hem jî tevgera azadiya Kurd bersiveke pir xurt da vê bangê. Di 11ê Tîrmeha 2025an de li şikefta Casenê şewitandina çekan, ji bo pêvajoyê gava herî watedar û herî giring bû. Hat nîşandan ku ev bang ne tenê di gotinê de maye, di pratîkê de jî ji bo pêkanînê amade ye. Bicihanîna vê berpirsiyariya dîrokî tenê bi gavavêtina her du aliyan gengaz e. Lê belê em dizanin ku tevî vê bangê û van hemû gavan jî, ji aliyê dewlet û desthilatê ve heta niha tu gav nehatine avêtin. Ne ji bo çareseriyeke mayinde zemînên pêwîst hatine avakirin, ne jî veger hatibû kirin li ser pêşnûmeya qanûnê ya ku Rêber Apo pêşkêş kiribû.”
‘Rêber Apo 49 roj in di bin tecridê de tê girtin’
Di berdewama axaftina xwe de Azad Kilinç anî ziman ku li gel vê yekê, Rêberê Gelê Kurd ku ser muzakerwanên pêvajoyê ye, 49 roj in di bin tecridê de tê girtin û wiha got: “Rê nayê dayîn ku ne şande, ne parêzer û ne jî malbat hevdîtinê bikin, ev yek tê astengkirin. Ev nêzîkatî zirareke mezin dide baweriya aştiyê ya gelan û hêviya jiyana hevpar. Em ji vir bang dikin; divê tecrîda li ser Rêber Apo demildest were rakirin, muzakereyên di asta siyasî de bi awayekî şefaf ji gel re werin ragihandin û qanûna ku ji bo çareseriyeke mayinde û demokratîkbûna Tirkiyeyê pêwîst e, were derxistin. Divê statûya siyasî ya Rêber Apo were naskirin û azadiya wî ya fîzîkî demildest were dabînkirin.”







