Daxwaza xizmeta 'Tu ne bi tenê yî' zêde dibe
- 10:49 14 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED - Kalîteya baş a xizmeta ku ji aliyê Yekîneya Lênêrîna Malê ya Şaredariya Peyasê ve tê pêşkêşkirin, daxwaza li ser xebata “Tu Ne Bi Tenê Yî” zêdetir kir. Hejmara welatiyên ku dixwazin ji vê xizmeta piralî sûd werbigirin, roj bi roj zêde dibe.
Yekîneya Lênêrîna Malê ya ku di bin banê Gerînendetiya Xizmetên Astengdar û Pîr û Kalan de kar dike, bi şev û roj bersivê dide daxwazên welatiyên kal û pîr, astengdar û nexweşên ku hewcedarî alîkariyê ne. Tîmên şaredariyê di her kêliya rojê de hem daxwazên heyî bi cih tînin hem jî qeydên serlêdanên nû çêdikin.
Mehê zêdetirî 500 kesî sûdê ji xizmetê werdigirin
Yekîne, ji bo ku jiyana welatiyên hewcedar hêsan bike, xizmetên wekî paqijkirina malê, kontrolên tenduristiyê yên birêkûpêk û dermankirina birînan, lênihêrîna kesane (kurtkirina por û rihan) pêşkêş dike.
Ji ber nêzîkatiya tîman a dilgerm û kalîteya baş a lênihêrînê, berê daxwazan her ku diçe li ser vê xizmetê zêdetir dibe. Hat ragihandin ku yekîne mehê kêmî jiyana 500 heta 600 kesan hêsan dike û destê alîkariyê dirêjî wan dike.







