Platfroma Jinan a Enqereyê:Jinên hatine girtin berdin

  • 20:29 18 Tîrmeh 2026
  • Rojane
ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê der barê jinên ku beriya Zîrveya NATO’yê û piştî wê hatine girtin daxuyanî dan û diyar kirin ku divê  zextên li ser parêzvanên maf û muxalefeta demokratîk bidawî bin.  Herwiha diyarkirin ku divê jinên htine binçavkirin bên berdan.
 
Platforma Jinan a ENqereyê der barê jinên ku beriya Zîrveya NATO’yê hatin binçavkirin û girtin li Kolana Yukselê daxuyanî dan. Gelek jinên tevli daxuyaniyê bûn û pankarta ‘Girtiyên NATO berdin’ vekirin û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berzkirin.
 
Merve Vargeloglu metna daxuhaniyê xwend û da zanîn ku NATO berjewendiyên mîlîtarîst diparêze û  got şerên bi salane  li Rojhilata Navîn tên meşandin encama van berjewendiyane. Merve Vargeloglu balkişadn ser jinên ku beriya Zîrveya NATO’yê ya li Tirkiyeyêk hatiye û got ev zext ji bo bêdengkirina têkoşîna azadiya jinê, muxalefeta demokratîk û civakê ye.
 
Merve Vargeloglu daxuyakirin ku wê li her qadê piştevaniya jinan mezin bikin û bang kir ku divê ev zextên li ser jinan, rojnameger, siyasetmedar, muxalefetê bidawî bin û mafê rêxistinbûn û tevlibûna siyasetê ya jinan bikeve bin ewlehiyê. Di dawiya daxuyaniyê de hat xwestin ku demildest jinên hatine binçavkirin bên berdanê.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.