ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2026'AN

  • 09:00 21 Tîrmeh 2026
  • Rojev
 
* Endama Konseya Leşkerî ya YPJ'ê Kurdistan Koçer anî ziman ku xeteriyên mezin li ser jinan hene û got:" Divê xwedî li YPJ'ê bê derketin, ji ber ku xeterî li ser jinan heye. Hikûmeta demkî ya Şamê di şexsê YPJ'ê de hemû jinan hedef digire û qebûl nake." BI DÎMEN 
 
* Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Nazli Buket Yazici, 2'yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz nirxand û banga tevlîbûnê kir û got: "Em bang li hemû hevalên xwe yên jin dikin ku ji bo mîrata ku Gurbetellî ji me re hiştiye berfirehtir bikin û ji bo hevgirtina rojnamegerên jin mezin bikin serlêdan girîng e"  BI DÎMEN 
 
* Hevseroka Medîa-Derê Leyla Gur, bal kişand ser avakirina komeleyê û got: "Her hûrgiliyek bi xebata destan û fedakariya mezin a jin û dayikan hatiye avakirin. Ev mala me ya hevpar e. Welatiyên ku dixwazin ziman û çanda xwe ya dayikê biparêzin vedixwînin komeleya xwe. Werin em ji bîr nekin ku zimanê me nasnameya me ye." BI DÎMEN 
 
*Ji DEM Partiyê Burcugul Çubuk diyar kir ku encamên Civîna Bilind a NATO'yê, ku wê wekî "planeke şerê parçekirinê ku dê heta sala 2035'an bidome" bi nav kir, ne tenê dê bandorê li ser polîtîkayên şerê gerdûnî bike, lê di heman demê de dê bandorê li ser pêvajoya li Tirkiyeyê jî bike û got, "Astengkirina rabûna dewletê ya ji ser maseya aştiyê, ji bo herêmê jî pir girîng û jiyanî ye."BI DÎMEN