Li Wanê di roja 3'yemîn de şîna pakrewanan didome

  • 10:48 26 Tebax 2026
  • Rojane
WAN - Şîna pakrewanên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe dane, di roja sêyemîn de bi girseyî dest pê kir.
 
Li Wanê ji bo pakrewanên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) şîn hate danîn. Roja seyêmîn û dawî ya şînê bi dirûşma “Şehîd Namirin” dest pê kir.
 
Wê îro di saet 11:00'an de ji bo pakrewanan mewlûd bê xwendin û di saet 14:00'an de jî bernameya bîranînê were lidarxistin. Hate zanîn ku dê li sînevziyonê li ser bîranîna cangoriyan hatiye amadekirin, were nîşandan.
 
Serdana şînê bi girseyî didome.