Li Bismilê bîranîn: Em ê xwedî li pakrewanên xwe derkevin
- 12:59 27 Tebax 2026
- Rojane
AMED - Bîranîna pakrewanên Bismilê bi girseyî didome. Girseya kombûyî bi berzkirian dirûşmên “Şehîd namirin”, “Rêya şehîd rêya me, Apo ye serokê me” ber bi mala şînê meşiyan.
Bi pêşengtiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ji bo pakrewanên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yên di dîrokên û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Eywana Dawetê ya Firatê ya taxa Akpinarê ya Bismilê ya Amedê bîranîn tê lidarxistin. Serdanên bîranînê di roja duyemîn bi awayeke girseyî didomin. MEBYA-DER a Amedê, Dayikên Aştiyê, endam û nûnerên saziyên civakî, partiyên siyasi û siyasetmedar û gelek welatî serdana bîranê kirin.
Girseya kombûyî bi berzkirian dirûşmên “Şehîd namirin”, “Rêya şehîd rêya me, Apo ye serokê me” ber bi mala şînê meşiyan. Li cihê şînê tevî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Şehîd namirin”, “Şehîdên me rûmeta me ne” û “Şehîd ronahiya rêya me ne”, wêneyên Şehîdên Azadiyê li ser maseyan hatin bicihkirin.
Hevserokê MEBYA-DERê ya Amedê Ramazan Dengîz di serdanê de axivî, diyar kir serdanên bîranînan salên 90î tînin bîrê û wiha got: “Bi awayekî qelebalix gel li şehîdên xwe derdikeve. Bi rastî wan gerîlayên salên 90î peywirekê mezin pêk anîn. Karekî mezin kirin. Di salên 90î de bi sedan bi hezaran ciwanên me, berê xwe dan çiyayan. Di wê demê de, bi rastî jî îro dirûşmek derket, ew dirûşm jî 'PKK gel e, gel li vir e' bû. Ew gerîlayên me yên salên 90î ku beşdarî têkoşîna wê demê bûn, peywira xwe anîn cih. Wan PKK kir gel, û gel kir PKK.
Em moralê xwe ji şehîdên xwe digirin, ji taybetiya şehîdên xwe digirin. Em her dem dibêjin ‘Şehîd namirin, em ê şopdarê rêya wan bin’. Lê em dibêjin, Şehîd, şiyara serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Yani serkeftina vê pêvajoyê xwedî derketina şehîdan e. Heke em li şehîdên xwe xwedî derkevin, civaka xwe bi rêxistin bikin, ez bawer im em ê bi ser kevin.”







