Yüksel Genç: Divê jin ji bo aştiyê rêxistinên xurt ava bikin
- 09:05 30 Tebax 2026
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
AMED - Endama Koma Aşitiyê û Koordînatora SAMER'ê Yuksel Genç, ber bi 1'ê Îlonê pêvajo nirxand û bal dikişand ser girîngiya wê û aştiyê û got: "Mesele ne tenê hatina kesan e; mesele ew e ku piştî hatinê, şert û mercên pêşveçûna bi hev re ber bi çareserkirina sedema bingehîn a pirsgirêkê ve werin afirandin. Pêwîst e jin rêxistinên xurt ava bikin ku li Tirkiyeyê, li herêmê û li cîhanê bi dengekî bilind daxwaza aştiyê bikin."
1’ê Îlonê ku wek destpêka Duyemîn Şerê Cîhanê derbasî dîrokê bû, bi armanca balê bikşînin ser hilweşîna şer û girîngiya aştiyê wek ‘Roja Aştiyê ya Cîhanê’ hat îlankirin. Ji wê rojê heta niha di1’ê îlonê de li her derê cîhanê ji bo aştiyê dengê gelan bilind dibe. Li Tirkiye û Kuridstanê jî îsal 1’ê îlonê di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tê pêşwazîkirin. Endama Koma Aştiyê ya di 1999’an de bi banga Abdullah Ocalan hat Tirkiyeyê û Koordînatora Navenda Lêkolîna Qada Sosyopolîtîk (SAMER) Yuksel Genç der barê mijarê de axivî.
* Em 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di pêvajoyeke çareseriya pirsgirêka Kurd de pêşwazî dikin. Îsal 1’ê Îlonê tê çi wateyê?
1’ê Îlonê di alî Kurdan, Tirkiye, Rojhila û cîhanê de balkêş wê bê pîrozkirin. Kurdan teşeyê berxwedana çekdarî derbasî têkoşîna siyasî kirin. Kurd di hewldanên girîng de ne. 1’ê îlonê di alî Kurdan de demeke têkoşîn û hewldanê ya ji bo aştiya civakî îfade dike. Li Rojhilata Navîn û cîhanê rewş hinek din cuda ye. Li şûna şert û mercê aştiyê bên avkairin mijara ber bi pevçûnan ve çûyîn heye. Mixabin 1’ê Îlonê li cîhanê di xetên pevçûn û aloziyê de tê pêşwazîkirin.
* Ber bi 1’ê Îlonê qanûna der barê ‘Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî’ ket meriyetê. Ev sererastkirin di alî aştiyê de çi îfade dike?Qan divê bi kîjan gavan bê temamkirin?
Ev pêvajo di alî mijara Kurd dee hat astek girîng. Qanûna derketiye holê em nikarin bêjin ku xwedî potansiyeleke ku mijara Kurd ji polîtîka tundî û ewlehiyê derxistiye. Tevgera PKK’ê çek berdan û xeta têkoşîna siyasî ya Tirkiyeyê, xeta têkoşîna siyasî ya demokratîk îfade kir. Lê em dikarin bêjin ku ev pêvajo polîtîkayên ewlehiyê davêje aliyekî.Yek ji aliyê girîng yê qanûnê li şûna tasfiye û çewisandinê, berhemberê hev fikrandinê dihewîne.Qanûn di alî derbasbûna siyaseta demokratîk a PKK’ê de potansiyela pirê dihewîne. Lê hîna ne xwedî hêza ku vê rola xwe bîlîzeye. Ji bo PKK bi ewle bibe parçeyek siyseta demokratîk hîna qelsî hene. Lê vekirina vî deriyî girêdayê çend tiştan e. Ya yekem divê bi niyetek baş ev qanûn pêk bê. Dema qanûn pêk bê wê beramberê xwe bibîne. Dema sererastkirin bi lez pêk bên wê watedar be.
Ev qanûn der barê çekberdanê de rejîma hiqûqê dihewîne lê hîna der barê avakirin aştiyê de naverokê nahewîne. Ji ber vê jî ev rejîma hiqûqê ya der barê berdana çekan de wisa qels be, hewce bi sererstkirinên qanûnî yên bêtir xurt hene. Her tişt nû dest pê dike. Dema pêvajoyê dest pê kir dewlet û rayedaran gotin modal Tirkiye yê. Bi naveroka qanûnê re em hîna jî ne xwedî modelek xurtin.Modekele ji mînakên cîhanê qelstir e.
* We jî wek endamek Koma Aştiyê ya berê raste rast şahdî kir. Ji tecrubeyên berê û îro divê kîjan ders bên derxistin? Îcar ji bo mayîndekirina pêvajoyê divê çi cuda bê kirin?
Ez 27 sal berê hatim Tirkiyeyê 27 sal berê derfetek mezin ji dest berda.Windahiyên can, mal yên ji destberdana vê pêvajoyê mezinbûn. Em îro di heman astê de ne.Yên derfetên wê demê ji dest berdan îro jî qiymetê nizanin.Em di 99’an de hatin. Hatin û pêşniyara me nûbûn, bi hev re veguherîn û pêşniyarkirina avkairina Komara Demorkatîk bû. Lê mixabin ev rast nehat xwendin. Wê demê serok jî dîl hatibû girtin. Mixabin ev pêvajo di nav têkçûnê de hat xwendin. Rejîma vesayeta leşkerî ya ew pêvajo nenirxand, piştî çend salan şûnde hilweşiya.Li şûnê rejîma AKP’ê hat avakirin. AKP ji roja hat desthilatdariyê behsa çareseriyê kir. Lê piştre li şûna şer çareser bike, hewl da bi otorîteyê pirsgisrêka Kurd çareser bike.
Em wê demê ji bo aştiyê hatin lê em hatin girtin. Em hatin girtin ceza hat birîn û me ceza kişand em hatin berdan. Niha qanûna hêyî pêkan dike ku mîlîtanên bên wek me nekevin girtîgehê û tevli jiyana civakî bibin. Piştî em ji girtîghê derketin me xebatên xwe domandin lê ev jî bû mijara darizandinê. Niha yên bên divê vê asta duyemîn nejîn. Divê sererastkirinên ku dikaribin siyaseta demokratîk bikin, jiyana wan xurt dike, mafên wan hedef nayên girtin bên kirin. Perwerdehiya biz iman maf e. Divê ev nebe mijara ceza. Divê mafê Kurdan bi qanûnan bê teyîdkirin.
Dema em hatin di 99’an de tu ewlehiyeke îradeya siyasî, hiqûqî û dewletê tune bû. Em bi banga serok re ji bo aştiyê hatin lê tu ewlehiya me tune bû û em hatin girtin. Piştî me 10 sal şûnde koma duyemîn hat. Ew di encama diyalog û ewlehiya desthilatdariyê de hatibûn. Lê dîsa ewlehiya qanûnî tunebû. Beşek ji wan hatin girtn. Beşek ji wan vegeriyan. Di 27 salan de em ancax hatin vê astê. Divê ji vir şûnde kes vê nejî.
* Li aliyekî nîqaşên çareserî aştiyê li aliyê din jî zextên li qada siyasî û civakî didomin. Gavên di welatibûna wekhev, perwerda biz iman, azadiya fikr û ramanê de bên avêdin di alî ewlehiya civakê de li ku derê ye?
Komara Tirkiyeyê hîna ji konsepta ewlehiya 100 salî xilas nebûye. Ji ber vê faliyetê, bername, bang û hewlan tên krîmînalîzekirin. Mirovên li dijî xizanî û tiryakê têdikoşin tên girtin. Mirovên hevdîtinek mezin a Newrozê pêkanîn platformek polîtîk a mezin avakirin hatin girtin. Ji ber vê ev li dijî pêvajoyê ye.Di pêvajoyên wisa de mixabin ji aliyê hinekan ve hewl tê dayîn pêvajo bê xerakirin û provakekirin. Li dijî vê divê têkoşînek bê destpêkirin. Civaka Tirkiyeyê ji reformên demokratîk û hiqûqî re vekiriye. Yên dibêjin civak qebûl nake yên ku hesabên biçûk yên siyasî dike. Divê paşeroj li pey bê hiştin û li pêşerojê bê nêrîn.
* Di serî de tecrîda li ser Abdullah Ocalan û polîtîkayên di esasa ewlehiyê de didomin, hûn vê di alî aştiyê de çawa dinirxînin?
Ezmûna herî nebaş a modela ku jê re dibêjin modela Tirkiyeyê, tecrîdkirina muxatabê pêvajoyê ye. Mafê hêviyê nayê nasîn, şert û mercên pêşketina pêvajoyê pêk nayên û ev yek ji cihê herî qels yê modela Tirkiyeyê ye.Her wiha di qanûnê de nenaskirina statuya Abdullah Ocalan, pênasenekirina mafê hêviyê, pênasenekirina mekanîzmayên ku şertên muzakereya edlî yek ji qelsiyên herî mezin vê modelê ye. Ev pêvajo heta niha wisa hat lê ji vir şûnde astên pratîk wisa nabe.Ji ber vê divê statuya Birêz ocalan bê nasîn û bibe xwedî şertên adîlane û azad.
* Hûn rola jinan a di têkoşîna aştiyê de û cihê wê yê di pêvajoya îroyîn de çawa dinirxînin? Di pêvajoyeke ku jin ne kirde bin de aştiyeke mayînde dikare bê afirandin?
Pira aştiyê herî zêde bi jinan pêkan e. Tu pêvajoyeke aştiyê ya ku jin têde tunebin nikare mayînde bibe. Di mijarên wek mijara Kurd de di maseyên tên avakirinê de rola jinan glek girînge. Di pêvajoyên wisa de divê jin rola pêşeng bilîzin.Di vê pêvajoyê de yên herî aktîf jinên Kurd bûn. Hem heqîqet gotin hem jî çalakiyên bi bandor pêk anîn. Birînên şer di esasa civkê de dîtin û ji bo birînên civakê baş bikin hevdîtinên xurt pêk anîn.Çalakiyên xurt pêk anîn.
* Lêgerîna aştiyê û pirsgirêka kurd bi sînorê Tirkiyeyê ne sînore; Girêdayê geşedanên Sûriye, Iraq û Îranê ye. Di alî 1’ê îlonê de gavên li Tirkiyeyê bên avêtin wê bandorek çawa li aştiya herêmî bike?
Li Tirkiyeyê serkeftina tifaqa Kurd-Tirk, komara demokratîk a nû, tê wateya welatên Sûriye, Îran, Çîn, Afgan û Korfezê yên ku wê xeta aloziyê şûnde bikşîne, potansiyela şer bikşîne jêr. Li Tirkiyeyê aştî dikare pêk bê û dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe model. Mijar ne hatine hinekane, mijar ji vir şûnde afirandina şert û mercên ku bi hev re tiştek bê kirinê ye. Divê jin bi awyaekî xurt rêxistinbûnê ava bikin. 1’ê Îlonê dikare bibe gava bariyera aştiyê ava dike û pêkanîna vê jî berpirsyariya me hemûyan e.







