Li malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane ferzkirina sîxuriyê
- 09:03 4 Cotmeh 2026
- Rojane
WAN - Hat hînbûn ku li Wanê kesên ku gotine ew ji aliyê Midûriyeta Wanê ve û polîs in, li malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane geriyane, gazî îfadeyê hatine kirin û di hevdîtinên li emniyetê de sîxurî li malbatan hatiye ferzkirin.
Piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin gelek geşedan hatin jiyîn. Helwesta AKP’ê ji aliyê gel ve di mijara avêtina gavan de tê rexnekirin û bi bang û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajo didome.
Nîqaşên der barê pêvajoyê de didomin û li aliyê din jî gavên li dijî pêvajoyê tên avêtin. Li Kurdistanê tevî pêvajoyê polîtîkayên şerê taybet û yek ji parçeyê vê polîtîkayê sîxurî didome. Hat hînbûn ku kesên îdiakirine polîs in li malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane geriyane û sîxurî ferz kirine.
Li Wanê piştî bîranîn û şîna ku ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane şûnde, hat hînbûn ku kesên xwe wek polîs dane nasîn li malbatan geriyane û ji hinekan re bi aşkera pêşniyara "Em dikarin bibin alîkariya we" kirine. Her wiha navên kesên tevli bîranîn û şînê bûne ji malbatan hatiye pirsîn.
Tehdîda dozê
Her wiha hat hînbûn ku li ciwanên malbatan jî geriyane, karê wan mûçeyê wan û sîgorteya wan hatiyepirsîn. Li gorî agahiyên ji malbatan hatine girtin ev bûyer piştî şînê zêde bûye û polîsan pere dane zaorkên taxê û xwestine ku agahiyan bidin wan. Ji malbatan re jî pirsa "Zarokê we çend sal berê jiyana xwe ji dest daye lê hîna nû aşkera dikin. Hûn vê çawa qebûl dikin?" pirsîne. Ligel vê hat diyarkirin ku destê kesên ku digotin ew polîsin de dîmenên çalakî û bernameyan hebûye û bi vê jî tehdîda vekirina dozê kirine.
Ciwan û malbatan der barê mijarê de diyar kirin ku ew ji ber hedefgirtinê naxwazin raportajê bidin û ji ber fikran serî li ÎHD’ê jî nedane.
Parêzerê ku malbatan der barê rewşê de serî lê dane jî wiha got: “Kesên xwe wek polîs didin nasîn li malbatan geriyane û gazî eminiyetê kirine, tehdîd kirine. Ji ber vê malbatan serî li me da. Li gorî îfadeyên malbatan zext li ciwanan hatiyekirin û xwestine agahiyan bigirin û ji bo vê jî pêşniyarên cuda kirine, sîxurî pêşniyar kirine. Ev di alî rêgezên dewleta hiqûqî de nikare bê qebûlkirin.”







