'Li Şengalê 90 gorên bikom hatine dîtin'
- 11:21 10 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Şehîdan a Iraqê ragihand ku li Şengalê 90 gorên bikom hatin dîtin ku cenazeyên qurbaniyên tawanên DAIŞ’ê tê de ne. Her wiha diyar kir ku karên kontrolkirin û tomarkirinê ji bo 85 goran bi dawî bûne.
Saziya Şehîdan a Iraqê ragihand ku li Şengalê 90 gorên bikom hatin dîtin ku cenazeyên qurbaniyên tawanên DAIŞ’ê tê de ne. Serokê Saziya Şehîdan a Iraqê Ebdulîlah Nailî, derbarê hejmara gorên bikom ên li Şengalê hatine dîtin û hejmara gorên ku hatine vekirin de, ji medya Iraqê re axivî û got: “Hejmara gorên bikom ên heta niha hatine dîtin gihîştiye 90 goran. Saziyê karên vekirin, kontrolkirin û tomarkirinê ji bo 85 goran temam kiriye û di encamê de cenazeyên nêzî 700 qurbaniyan hatine derxistin."
Her wiha eşkere kir ku piştî piştrastkirina nasnameyên wan ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve, cenazeyên 300 qurbaniyan radestî malbatên wan hatine kirin. Naskirina qurbaniyan bi rêya kampanyayên demkî yên berhevkirina nimûneyên xwînê ji malbatan û berhevkirina wan bi cenazeyên hatine derxistin re pêk hatiye.







