‘Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî mirovî yê zarokên Kurd e’

  • 13:36 11 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şênî û xwendekarên Girkê Legê û Rimêlanê ji bo perwerdeya kurdî xwepêşandan organîze kir. Di xwepêşandanê de daxwaza mafê xwe yê zimanê dayikê kirin.
 
Li bajarokê Rimêlan ê bajarê Girkê Legê îro şênî û xwendekaran xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandê ji Dibistana Şehîd Şîlan a Rimêlanê dest pê kir. Di xwepêşandanê de pankartên "3 saet têra me nakin, em dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin", "Bê ziman jiyan nabe" Zimanê me rûmeta me ye" û "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî mirovî yê zarokên Kurd e" rakirin.
 
Xwepêşandêr heyanî bazara navendî ya bajarê Girkê Legê meşiyan. Piştî deqeyeke rêzgirtinê hevserokê nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Idrîs Mela Şerîf peyivî û got: "Hedefa şoreşa Sûriyeyê ya pêkanîna edalet û wekheviyê hîna pêk nehatiye. Gelê Kurd 15 salan ji bo demokrasiyê û yekitiya gelê Sûriyeyê tê koşiya. Lê hinek alî hewl didin gelê Kurd paşguh bikin. Em ê têkoşîna xwe ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî bidomînin. Divê zimanê kurdî di destûrê de bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê. Ji mafê zarokên me ye ku xwendina xwe ji dibistana seretayî heyanî zanîngehê bi zimanê dayikê bikin. Nabe ku ji vî mafî werin mehrûmkirin. Ziman nasname û hebûna gel e û em hemû berpirsyar in ku zimanê xwe dayikê biparêzin."
 
Xwendekarê bi navê Zinar El Hisên jî got: "3 saet têra xwendekaran nake û ew ê nikarbin bi zimanê dayikê xwendina xwe berdewam bikin. Ji mafê xwendekaran e ku pirtûkên wan bi zimanê kurdî be. Em daxwaz dikin ku zimanê me sînordar nekin û em xwendina xwe bi kurdî bidomînin."
 
Xwepêşandan bi dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.