Li Erxeniyê Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Roj hat vekirin
- 18:24 11 Mijdar 2026
- Rojane
AMED - Ji aliyê şaredariya Erxeniyê ve bi armanca xurktirina piştevanî, têkşoîn û hilberîna hevpar Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Roj hat vekirin.
Li navçeya Erxenenî ya Amedê ji aliyê şaredariya Erxeniyê ve bi armanca xurktirina piştevanî, têkşoîn û hilberîna hevpar Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Roj hat vekirin.Hevşaredar Bîrsen Azak Bayar û Şiyar Guldîken, hevseroka DEM Partî ya Navendê Fatîme Uzul Levent, hevseroka DBP’a Navendê Ruçem Vefa Elyakut, hevşaredarên navçeyan, seroka Daîreya Polîtîkaya Jinan a Şaredariya Amedê, nûnerên meclisa Jinan a Odeya Sanayî û Bazirganiyê,rêxistin û saziyên jinan tevli vekirinê bûn.
Hevşaredara Erxeniyê Bîsen Azak di vekirinê de axivî û da zanîn ku jin azad nebin civak jî azad nabe û bang li jinên Erxenî kir ku xwedî li saziyên xwe derkevin.
Hevseroka navendê ya DBP’ê Ruçem Vefa Elyakut jî axivî û daxuyakirin ku têkoşîna azadiya jinan vediguhere piştevaniyeke gerdunî.
Piştî axaftinan navend hat vekirin.







