Li gundê Cimikanê atolyeya Jineolojiyê hat lidarxistin

  • 11:51 12 Mijdar 2026
  • Rojane
AMED - Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de, Midûriyeta me ya Polîtîkayên Jinan, li gundê Cimikanê bi dirûşma "Bi Hêza Xweser û Îradeya Azad, Niha Dema Jinan e" atolyeyeke Jineolojiyê li dar xist.
 
Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de, Midûriyeta me ya Polîtîkayên Jinan, li gundê Cimikanê yê Yenişehira Amedê bi dirûşma "Bi Hêza Xweser û Îradeya Azad, Niha Dema Jinan e" atolyeyeke Jineolojiyê li dar xist. 
 
Di atolyeyê de endamên jin ên meclîsa şaredariya me, reveberên jin  yên ji Rêxistina Navçeya Bajarê Nû ya DBP'ê, Hevseroka Navçeya Bajarê Nû ya DEM Partiyê Berivan Beyazadam, nûnerên rêxistinên jinan û hejmareke zêde ji jinên herêmê amade bûn. Di atolyeyê de li ser zehmetiyên ku jin di jiyana civakî de rûbirû dibin, pêşxistina hişmendiya jinê û girîngiya hêza xweser û îradeya azad nîqaş hatin kirin.
 
Beşdaran serpêhatiyên xwe yên kesane parve kirin; her wiha di civînê de bal hat kişandin ser girîngiya têkoşîna kolektîf a li dijî tundiya li ser jinan û xurtkirina hevgirtina di navbera jinan de.