'Em ê bi hev re cihên jiyana civakî zêde bikin'
- 14:52 12 Mijdar 2026
- Rojane
AMED - Şaredariyên DEM Partiyê li Amedê çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê dest pê kirin û gotin, "Em ê bi hev re cihên ku jin dikarin bi azadî li ser jiyana xwe biryar bidin, têkiliyên hevgirtinê xurt bikin û bi îradeya xwe ya rêxistinkirî jiyana civakî biguherînin zêde bikin."
Dirûşma "Jin, jiyan, azadî" gelek caran hat berzkirin. Rêvebera Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê Fatma Budak Guler bi Kurdî û Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozden Gurbuz Sumer jî bi Tirkî daxuyanî xwend.
'Em ê deng û têkoşîna xwe ya hevpar mezintir bikin'
Jinan di daxuyaniyê de tekez kirin ku jin ji bo jiyaneke ku ew dikarin bi ziman, çand û nasnameyên xwe yên dayikê bi azadî bijîn, parêzvaniyê dikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku demokratîkbûna Komarê û aştiya mayînde tenê bi îradeya rêxistinkirî ya jinan mimkun e. Di daxuyaniyê de hat gotin ji bo avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan a bi hev re têkoşîn didome û hat gotin "Îro, em destpêkirina çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê radigihînin! Em ê li tax, kolan û gundan bi jinan re bicivin da ku dengê xwe yê hevpar û têkoşîna xwe li dijî her cûre tundûtûjiyê mezin bikin. Bi rêya kombûnên jinan, atolyeyan, çalakiyên hişyarkirinê û bûyerên hevgirtinê, em ê ezmûn, daxwaz û çareseriyên pêşniyarkirî yên jinan bikin kevirê bingehîn ê têkoşîna me ya hevpar. Bi hev re, em ê qadên ku jin dikarin bi azadî li ser jiyana xwe biryarê bidin, têkiliyên hevgirtinê xurt bikin û jiyana civakî bi îradeya xwe ya rêxistinkirî veguherînin zêde bikin."
Piştî daxuyaniyê, jinan belavok belav kirin û banga beşdarbûna meşa ku dê di 25'ê Mijdarê de saet di 17:30'an de li Çerxerêya Dinyayê were lidarxistin, kirin.







