TJA li Kercewsê bi jinan re hat gel hev
- 17:14 12 Mijdar 2026
- Rojane
ÊLIH – TJA di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Kercewsê bi jinan re hat gel hev.
Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Kercews a Êlihê di çarçoveya bernameyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tuniya li ser Jinan a Navneteweyî bi jinan re hat gel hev.Ligel aktîvîstên TJA’yê parlamentera DEM Partî ya Êlihê Zeynep Oduncu Kutevî jî tevli bû.
Zeynep Oduncu Kutevî di hevdîtinê de axivî û da zanîn ku firotina hişbirê heta gundan çûye û got: “Kurdistanê rojê herî kêm du jin tên qetilkirin. Lİ Tirkiyeyê tundî, qetilkirin û destdirêjiya li hember jinan pir zêdeye. Kercews cihekî biçûke lê tevî vê bikaranîna tiryakê heta gundan çûye. Jin wek navbeynkar tÊn bikaranîn. Dewlet her cureyê karê qirêj li ser jinan dide meşandin.”
Hevdîtin bi pirs û daxwazên jinan bidawî bû.







