Werzîşvana Kurd, li Taylandê sê madalya bidest xist
- 12:22 16 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekane werzîşvana Kurd a di tîma neteweyî ya Iraqê Sarêj Fethulla, li Şampiyoniya Welatên Asyayê ya ji bo werzîşên hêza laş ya li Taylandê, sê madalya bi dest xist.
Jinên Kurd di warên cuda de her tim bûne pêşeng. Di werzîşê de jî navê xwe li şampiyoniyên cîhanî didin nivîsandin û serkeftinan bi dest dixin.
Yek ji wan jinên Kurd ên ku di qada werzîşê de navê jinên Kurd temsîl dike, Sarêj Fethulla ye.
Werzîşvana Kurd Sarêj Fethulla wek yekane werzîşvana Kurd a di pêkhateya tîma neteweyî ya Iraqê de, ji bo werzîşa hêza laş, di çalakiya ‘Fitness Challenge’ ya li Taylandê hatî lidarxistin de sê madalya bi dest xist.
Sarêj Fethulla beşdarî pêşbirka Şampiyoniya Welatên Asyayê ya li welatê Taylandê hatî lidarxistin bû.
Madalyayên ku Sarêj Fethulla bidestxistine wiha ne: “Du madalyayên zêr di beşên Gold Fit (asta zêrîn) û Speed Fit (pêşbirka lezê) de û madalyayeke zîv di beşa Doubles (Cot) de.”
Hêjayî gotinê ye ku Sarêj Fethulla werzîşvaneke ciwan a Kurde û xelka bajarê Kelarê ya navenda îdareya Germiyanê ye. Ew di warê laş ciwanî, fîtness û werzîşên hêza laş de wekî yek ji jinên pêşeng tê naskirin. Sarêj wek jinek werzîşvana Kurd di pêkhateya tîma neteweyî ya Iraqê de cih digire.







