Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
- 09:33 22 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 195'emîn a Kovara Jinê bi sernavê "Şîdeta Mêr-Dewlet û Têkoşîna Hevbeş a Jinan" hate weşandin.
Hejmara 195'emîn a Kovara Jinê, bi sernavê "Şîdeta Mêr-Dewlet û Têkoşîna Hevbeş a Jinan" derket. Jin di vê hejmarê de, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, behsa têkoşîna hevbeş a jinan, şîdeta mêran, bêcezatiyê û şêweyên şîdetê yên xuya û nedîtî dikin.
Gotarên ku di hejmara 25'ê Mijdarê ya Kovara Jinê de cih girtine ev in:
Avakirina Jiyaneke Demokratîk a Bi Têkoşîna Hevbeş a Jinan / Sebahat Tuncel
Ronahîkirina Xalên Kor / Fidan Ataselim
Epistemolojiya Şîdeta li dijî Jinan / Figen Aras
Tundûtûjiya Mêran a di Sedsala 21'ê de Çawa ye? / Rojda Yildiz
Siyaseta Rîzomatîk a Tundûtûjiyê / Salîha Aras







