Komîsyona Şopandinê dê ji 19 endaman pêk bê

  • 11:26 25 Mijdar 2026
  • Ramyarî
ENQERE - Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş ji bo Komîsyona Meclisê ji partiyên siyasî re nivîsek şand. Di nivisî de ji partiyên siyasî xwest heta roja duşemê seat 17.00'an endamên xwe ji Serokiya Meclisê re ragihandin. Komîsyona Çavderiyê dê bi 19 endaman pêk were.
 
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş ji bo avakirina Komîsyona Çavderiyê ji partiyên siyasî re nivîsek şand. Di nivîse de hat gotin ku divê partiyên siyasî heta roja duşemê seat 17.00'an endamên xwe ragihînin. Komîsyona Çavderiyê dê bi 19 endaman pêk were û partiyên siyasî li gor deng û kursiyên meclisê endaman bişînin komîsyonê. 
 
AKPê dê 9 endaman bişînê komîsyonê, Yenî Partî 3, DEM Partî û MHPê 2, CHP, ÎYÎ Partî û Koma Yenî Yol jî dê endamek bişînin komîsyonê. Her wiha ji bo Yenî Partî beşdarî komîsyonê nabe 3 endamên Yenî Partiyê dê di nava partiyên din de bên parvekirin. Li gor vê yekê DEM Partî dê 3 endaman bişîne komîsyonê.