Li Siwêdayê bi boneya 25’ê Mijdarê semînerek li dar ket
- 15:17 25 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 25`ê Mijdarê li Siwêdayê semînerek di çarçoveya kampanya 16 rojan de bi beşdariya çalakvan û mamosteyên jin hat lidarxistin.
Di çarçoveya kampanya 16 rojan a têkildarî 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, li Siwêdayê çalakî hatin lidarxistin û îro jî semînerek ji hêla nivîskar Ehlam Ebû Esaf ve bi beşdariya jin, mamoste û çalakvanên jin hat lidarxistin.
Di semînerê bal kişandin ser hêza jinan a derketina li hemberî zehmetiyan û Ehlamê ev peyam da jinan: “Dest ji têkoşînê bernedin û bi wê hêza xwe ya li beramberî astendiyan ava bikin.”
Di semînerê de koordînetora Kombûna Jinan a Siwêdayê Firyal Selîm behsa rewşa avakirina kombûyîna jinan a piştî bûyerên Tîrmeha 2025`an li Siwêdayê kir û da zanîn ku beşdariya wan a ji bo vê kampanyayê ji ber girîngdîtina derketina li dijî tundiya civakî, siyasî, aborî û zimanî ya li ser jinan tê.
Firyalê destnîşan kir ku 16 roj ne boneyeke derbasdar e, divê ew bibe destpêkeke nû ji bo xebateke li beramberî tundiyê, pê re jî hêza jinan a ji bo daxwaza maf û beşdariyeke aktîv di civakê de bê pêşxistin.
Çalakî bi axaftinên beşdaran bi dawî bû.









