'Em bi têkoşîneke hevpar li berxwe bidin'
- 12:29 25 Mijdar 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Jinan bi munasebeta 25'ê Mijdarê li Mêrdînê meşek lidar xistin û li dijî êrîş û komkujiyan banga rêxistinbûnê kirin da ku civakek demokratîk ava bikin. Her wiha jinan peyama,"Em bi têkoşîneke hevpar li berxwe bidin" dan.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi dirûşmeya "Bi hêza cewherî û vîna azad dema jinê ye" meşek girseyî ji taxa Yeniyolê ber bi taxa Saraçoglu ya Mêrdînê ve li dar xist. Di meşê de jinan dirûşmeyên “Sara, Rojbîn, Ronahî Jin Jiyan Azadî”, “Jin Jiyan Azadî azad bike rebertî” berz kirin. Jinan wêneyên jin û zarokên ku di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane, hilgirtin.
Piştî meşa ku li Taxa Saraçoglu bi dawî bû, aktîvîsta TJA'yê Jiyan Abdûssemedoglu tekez kir ku ew di tevahiya dîrokê de têkoşîna xwe ya li dijî êrîşên li ser jinan berfireh dike.
Piştre, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr destnîşan kir ku tundûtûjiya li ser jinan ne kiryarên takekesî ne, lê êrîşên siyasî ne ku ji zîhniyeta serdestiya mêran derdikevin.
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Gûneş wiha got, "Jin hene, ew mîmarên jiyanê ne û bi hezaran silav ji jinên ku ji bo jiholêrakirina zilma li ser jinan li ber xwe didin."
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.









