Ji Baroya Stenbolê peyama têkoşîna hevpar

  • 14:42 25 Mijdar 2026
  • Rojane
STENBOL - Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê li dijî tundiya mêr a ku mafê jiyanê yê jinan dixe xeteriyê banga piştgiriyê kir. Navendê ji bo civakeke bê tundî ku jin xwe tê de wekhev û di ewlehiyê de hîs bikin, bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan de li avahiya baroyê ya li Beyogluyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî ji aliyê Seroka Navendê Ozlem Ozkan ve hat xwendin.
 
Di 10 mehan de 245 jin hatin qetilkirin
 
Ozlem Ozkan diyar kir ku 25’ê Mijdarê roja têkoşîna hevpar a jinan a li dijî tundiya mêr, kedxwarî û newekheviyê ye û destnîşan kir ku jin li dijî destdirêjî, destavêtin, qetlîamên jinan, mirinên biguman û tundiyê li jiyana xwe xwedî derdikevin û ji bo mafên xwe yên bingehîn têdikoşin. 
 
Ozlem Ozkan ragihand ku di 10 mehên pêşîn ên sala 2026’an de li Tirkiyeyê 245 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 274 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane û wiha axivî: “Tê dîtin ku mirinên jinan û tundiya sîstematîk a li ser jinê zêde dibin û berdewam dikin.”
 
Ozlem Ozkan, girîngiya têkoşîna hevbeş ji bo jinan ji bo jiyaneke wekhev, azad û bê tundî tekez kir û wiha bi lêv kir: "Civakek bê tundî ku jin xwe wekhev û ewle hîs bikin, tenê bi têkoşîna hevbeş a hemû beşên civakê, xebitandina hemû mekanîzmayên qanûnî yên herêmî û navneteweyî yên parastina jinan û bi tevahî bicîhanîna serweriya hiqûqê mimkun e. Wekî Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê, em ê têkoşînê bidomînin. Em ê hevgirtinê xurt bikin û bi biryardarî têkoşînê bidomînin heta ku jiyaneke wekhev, azad û bê tundî were damezrandin."