Rûniştina Rojnameger Sadiyer Eser hat taloqkirin

  • 14:14 9 Mijdar 2021
  • Hiqûq
STENBOL - Rûniştina doza derbarê 35 kesên Rojnameger Sadiyer Eser jî tê de hatibû vekirin hat taloqkirin. 
 
Tevî Rojnameger Sadiye Eser bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê","Propagandaya rêxistinê" li 34 kesan doz vebûbû. 19'emîn rûniştina dozê li 6'mîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Hinek bersûcên berdayî tên darizandin û parêzer amade bûn. 
 
Di rûniştina bi tespîta nasnameyê hat destpêkirin de bersûcan daxwaza xwe ya beratê kirin. Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara girtinê derbarê hinek kesan de hatibû dayin nû kir û rûniştin taloqî 25'ê Sibatê kir.