Asta ku krîz gihiştiyê: Êdî cil û berg jî bi kirê tên dayîn

  • 09:03 9 Cotmeh 2024
  • Ked/Aborî
 
Neslîhan Kardaş-Rabîa Onver
 
WAN - Jinên esnaf ên WAnê diyar kirin ku pirsgirêka herî mezin a di jiyana kar de dijîn aborî ye û got: “Krîzê bandor li ser hemû kesî kiriye. Êdî cil û bergan jî nayên kirîn û tên kirêkirin. Kard erzan e, alav biha ne.”
 
Li Tirkiyeyê krîza aborî ku her diçe giran dibe, bandorek mezin li ser hêza kirînê dike. Bi taybet jî jin zêde bi bandor dibin. Krîz bandorê li hêza kirînê dike û her wiha esnaf jî bi bandor dibin. Ne welatî ne jî esnaf ji rewşê kêfxweş nînin.
 
Li Wanê esnafên jin ji mîkrofonên me re axivîn.
 
Fatma Ozeler da zanîn ku ji zarokatiyê de dirûnvaniyê dike, pîşeya xwe bi piştgiriya dayika xwe fêr bûye û got: “Sê sal e dirûnvaniyê dikim. Min dukan vekir, pêvajoya vekirinê 6 mehan berdewam kir. Girtina maşîneyan, dîtina dukanê, girtina qumaş. Krîza aborî bandorek neyînî li ser me dike. Em qumaş digirin, kargoya wê  tevahiya lêçûnan beramberê keda me dernaxe.  Hertim biha tê zêdekirin. Kiryar nerehet dibin. Em pisgirêkê dijîn."
 
‘Ked  erzan e lê alav biha ne’
 
Fatmayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku li aliyekî bi karê malê re li aliyê din jî bi karê dukanê re eleqeder dibe û wiha vegot: “Barê kar derketiye du katî. Ligel zehmetiyan baweriyek me heye. Jin bixwazin li ser piyan bisekinin wê bikarin her tiştî bikin. Li Wanê ked erzane lê alav biha ne. ”
 
‘Mirov cilan kirê dikin’
 
Nurdan Çîçekel jî ji zanîngehê mezun bûye lê nehatiye tayînkirin. Nurdanê got li ser onlîne bi kirêkirina abiyeyan dest bi xebatê kiriye û karê xwe pêş xistiye. Nurdanê wiha bi lêv kir: “Piştî karê min pêş ket min li pasaja Yuzuncu yil, dukanek biçûk kirê kir. Saleke ez dukana butîk a abiyeyan dixebitînin. Jinên ku dibînin ew jî hewl didin vî karî bikin. Ez ji karê xwe hez dikim. Hêzê dide min. Ji ber krîzê kes nikare cilan bigirin êdî kirê dikin.”