Li Sêrtê serdegirtina malan

  • 10:59 9 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
SÊRT - Hevşaredara Misircê Sadiye Aktîn, hevserokên DEM Partiyê û DBP’ê yên Misircê jî di nav de 5 jin hatin binçavkirin. 
 
Polîsan li navçeya Misircê ya Sêrtê di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û Hevşaredara Misircê Sadiye Aktîn, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Misircê Sadiye Aktîn, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sûltan Yorûlmaz, endama Meclisa Şaredariyê ya Misircê Mehpare Yeşîlbaş û Gulbahar Îvdîl hatin binçavkirin. 
 
Her 5 jinên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê, sedemê binçavkirina wan nehate zanîn.