Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 12:11 9 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - 22 kesên ku li Mêrdînê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin hatin berdan. 
 
Li navenda Mêrdînê û navçeyên wê yên Artûklû, Qoser û Nisêbînê polîsan duh di saetên serê sibê de bi awayekî hemwext bi ser malan de girtibûn û namzetê Serokatiya Baroya Mêrdînê parêzer Medenî Ayhan di nav de 22 kes binçavkiribûn. Qismekî kesên hatibûn binçavkirin piştî karûbarên wan ên li midûriyeta polîsan li dozgeriya ku sewqkirinê hatin binçavkirin. Parêzer Ayhan û kesên pê re sewqî dozgeriyê hatin kirin ji ber parvekirinên xwe yên li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hatin sûcdarkirin. Kesên îfadeyên wan hatin wergirtin, pişt re hatin berdan.