Parêzeran komkujî şermezar kirin

  • 14:00 9 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Endamên Koma Ji bo Guhertinê Parêzerên Jin li dijî komkujiyên li ser jinan ên zêde bûne li ber Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin. 
 
Endamên Koma Ji bo Guhertinê Parêzerên Jin li dijî komkujiyên li ser jinan ên zêde bûne li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin. Di çalakiyê de pankarta "Em bi hêrs in. Em ê dev ji berpirsiyaran bernedin" hat vekirin. Her wiha dirûşmên "Cinayetên jinan polîtîk in","Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin" hatin berzkirin. 
 
Parêzer Esra Bîlen di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku bi biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê re tundiya li ser jinê leztir bûye û tundî bi polîtîkayên hikûmetê tên teşwîqkirin. Esra got, “Eger bixwastin pêşî li kuştina jinan bigirin, kujer û kiryaran venaşêrin. Wan dê bi vekolîneke bi bandor û dadgehkirineke dadperwer rê li ber wê bigirta."
 
'Em ê bişopînin'
 
Esra destnîşan kir ku yên pêşî li van sûcan negirtin bi qasî sûcdaran jî ji komkujiyên jinan jî berpirsyar in û got, "Îro sûcên ku bi taybetî li dijî jin û zarokan li welat tên kirin, tenê bi zexta raya giştî re rû bi rû dimînin. Ji ber vê jî berpirsyariya Baroya Stenbolê hîn zêdetir dibe. Baroya Stenbolê dê sûcên li dijî jin û zarokan tên kirin bişopîne û ji bo kiryar bêceza nemînin dê pêvajoyê bi hêza raya giştî bişopîne. Weke parêzerên Baroya Stenbolê em ê têkoşîna xwe ya ji bo wekheviya zayendî bidomînin û li hemberî tundiya li ser jinê bêdeng nemînin. Em ê hemû berpirsyarên ku di zêdekirina bêcezakirina kuştina jinan de berpirsyar in, bişopînin."