Doza Komkujiya Pirsûsê taloqî 27’ê Mijdarê hat kirin

  • 13:55 29 Nîsan 2025
  • Hiqûq
 
RIHA - Di danişîna Doza Pirsûsê de ku bersûcên firarî tên darizandin, piştî 10 salan biryar hate dayin ku dîmenên têkildarî komkujiyê ji pisporan re bên şandin. 
 
DAIŞ’ê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi bombeyan êriş pêk anî. Di êrişê de 33 ciwan hatin qetilkirin. 8’emîn danişîna doza komkujiyê ku bersûcên firarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî tên darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat lidarxistin. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, rêveberên Şaxa OHD’a Rihayê û Baroya Rihayê û gelek parêzer tev li bûn. 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî ji Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê Yalçin Demîr ku di komkujiyê de birîndar bûbû axivî. Demîr, bal kişand ser xemsariyên ewlehiyê yên di roja komkujiyê de û got: “Polîsan, êrişî girseya dixwest mudaxileyî birîndaran bike, kir. Em ji bo rêhevalên xwe li vir in. Di van 10 salan de malbat hatin darizandin. Çendek meh berê 35 rêhevalên me hatin girtin. Niha li girtîgehên bi ewlekariya bilind di greva birçîbûnê de ne. Ji bersûcan Îlhamî Balî hatiye Tirkiyeyê û bi îstîxbaratê re hevdîtin kiriye, li nexweşxaneyê derman bûye. Der heqê van kesan de tu tiştek nehate kirin. Ahmet Davudoglû xwe îxbar kir lê dadgehê lê guhdar nekir. Lê sedema redkirinê nayê vegotin. Kesên berpirsyartiya wan di komkujiyê de hebûn hatin xelatkirin. Dewlet û îktîdar bi biryarên dayin re wek aliyê din xuya dikin. Em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin.” 
  
Fethî Aydin ku kurê wî Çagdaş Aydin jiyana xwe ji dest dabû jî got: “Ez jî di komkujiyê de birîndar bûm. Ev 10 sal in em ji cihên cuda tên vê derê. Em ji bo zarokên xwe tên û dê her bên. Me xwest pireke aştiyê ava bikin, ji zarokan re pêlîstokan bibin. Dîmen çima hatin jêbirin? Di êrişê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi mudaxileya hêzên ewlekariyê re hejmar derket 33’yan. Ambulans asteng kirin. 10 sal derbas bûn û kujerek li hundir e. Kesek bi tena serê xwe dê çawa komkujiyeke wiha bike? Ma ev hiqûq û edalet e? Ji bo em dengê xwe nekin der heqê me de doz tên vekirin. Em mecbûr in bên vê derê. Em ji bo her kesî bo edalet û aştiyê têdikoşin. Gel bi xwe Abdurrahman Omer Aslan girt û di çenteyê wî de ala DAIŞ’ê derket lê polîsan ew berdan. Ev kes niha memûr e. Ez der heqê wî de serlêdana sûc dikim. Divê were darizandin û cezakirin. Divê Ahmet Davutoglû were û her tiştekî bibêje. Dibêjin Sûriye di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, wê demê çima şexsên firarî nayînin?” 
  
Ji parêzerên malbatan û Endama Platforma Edalet ji bo Pirsûsê Sevda Çelîk Ozbîngol, diyar kir ku di van 10 salan de gelek dozger û şandeyên dadgehê guherîne û wiha got: “Em tevek jî di vê dosyayê xwe de xwe aliyek dibînin. Di komkujiyê de lêpirsîneke baş nehate kirin. Divê dîmenên mobeseyê ku 5 saet in û di dosyayê de nînin, li dosyayê bên zêdekirin. Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî ev demeke dirêj e li Sûriyeyê li herêma di bin kontrola Tirkiyeyê de dijîn. Divê ew ji wir bên anîn. Ev dosya, dosyaya sûcên li dijî mirovahiyê ye. Em dixwazin hemû daxwazên me yên berê bên bicihanîn û li Davutoglû were guhdarîkirin.” 
  
Ji endamên Platforma Edalet ji bo Pirsûsê parêzer Serdil Îzol jî ev tişt anî ziman: “Ji bo Îbrahîm Halîl Yoldaş daxwazeke me hebû. Di danişîna berê de biryara anîna bi darê zorê hate dayin lê nehat cîbicîkirin. Em dixwazin were cîbicîkirin. Em dixwazin li kesên Yakup Şahîn pê re di nava dan û standinê de ye bên guhdarîkirin. Em dixwazin weke şahid li qeymeqamê Pirsûsê yê demê were guhdarîkirin. Heke lêpirsîneke baş di vê dosyayê de bihata kirin, Komkujiya Gara Enqereyê nedihat kirin. Heta niha jî Wezareta Karên Hundir daxwaza mudaxilbûna dozê nekiriye. MÎT’ê hevjîna Denîz Buyukçelebî anî vê derê. Qebûl kir ku endamê rêxistinê ye lê beraet kir. Bersûcên vê dozê tenê 3 kes nînin. Wezaretê got bombekarê Komkujiya Pirsûsê Suleyman el-Agal e lê tu caran li dosyayê nehate zêdekirin. Belkî niha negirtî be, em bi wê nizanin.” 
 
Endama platformê Ozlum Gumuştaş jî got ku ev 10 sal in ji bo edaletê têdikoşin lê dadgeh li dora 2 kesan dizîvire. Ozlem Gumuştaş, got: “Li gel ku birayê kesên Komkujiya Pirsûsê pêk anî di raporên îstîxbaratê de cih digirt jî heta Komkujiya Enqereyê nehate girtin. Gelek têkilî, agahî û belge hene. Tê gotin ku Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî li baregeheke li Idlibê dijîn.  Divê ew her du kes bên girtin û anîn. Belgeyên nehatin û muzekkereyên nehatine bersivandin hene. Divê der heqê van de tiştên pêwîst bên kirin.” 
  
Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Ayşe Şehrîban, Hevseroka Şaxa OHD’a Rihayê Gul Fehîme Bînîcî, parêzer Dîcle Aksu, Ahmet Taş, Gokhan Dayik û Nahîde Polat jî xwestin daxwazên hempîşeyên wan bên qebûlkirin. Dozger jî xwest daxwaza guhdarîkirina li Davutoglû bê redkirin û li benda girtina bersûcên firarî bimînin. 
 
Şandeya dadgehê piştî naverê biryara xwe da. Şandeyê biryar da ku dîmenên têkildarî bûyerê ji kesên pispor re bên şandin, Îbrahîm Halîl Yoldaş bi darê zorê bînin dadgehê û danişîn taloqî 27’ê Mijdarê kir.