Jinên Koçer di bin bombebaranê de jiyana xwe didomînin
- 09:02 27 Sibat 2024
- Jiyan
Dîlan Babat
ŞIRNEX - Jinên Koçer ên ku di encama êrîşên li ser çiyayên Kurdistanê de di bin bomberdûmanê de dijîn, diyar kirin ku koçerî hem xweşikiyên wê û hem jî zehmetiyên wê hene.
Çanda kurdî ya koçeriyê hem navekî din ê jiyana bi xwezayê re ye hem jî mînakek jiyana komînal e. Pirsgirêka herî mezin a Koçerên ku konê xwe li nêzî çiyayan li herêmên dûrî navenda bajarê Şirnexê vedane û reng didin herêmê ew e ku dema li Cûdî, Gabar û Herakolê konê xwe vedidin di bin bobebaranê de dijîn. Jinên ku em li herêmên Sarix Haberli û Çiya Spî yên navçeya Hezexê bi wan re axivîn, zehmetiya şert û mercên jiyana xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku tevî hemû êrîşan ew dev ji qadên xwe yên jiyanê bernedin û gotin "Ger em careke din bên jiyanê em dixwazin dîsa bibim Koçer."
Ji Sêrtê heta Botanê…
Yek ji jinên Koçer a ji Sêrt hatiye Botanê Ayşe Gunbay jî dibêje, dema ew serê sibê zû ji xew radibin, ji ber ku hewa gelekî sar e, ewil ji bo zarokên xwe taştê amade dikin û sobê vêdixin. Ayşeyê got, “Piştî van karan em diçin gel miyan. Piştî ku em miyên xwe didoşin, şîivanên me wan dibin cihekî ku heta êvarê baştir biçêrin. Em heta êvarê ranawestin, piştî girtina pez diçe em ji bo ku pê agir bikin diçin ji derdorê qirş û qalan kom dikin. Di nava du mehan de em ê ji vir derkevin û biçin zozanan. Em diçin zozanê Eledagê û 3-5 mehan li wir dimînin. Herêmên nêzî zozanên ku em lê dimînin jî tên bombekirin. Dema ku em derbas dibin em agahiyê didin hikûmetê û dibêjin em koçer in. Heta ku em derbas dibin radiwestin û piştre dîsa bombebaran dikin."
'Ya herî xerab ew e ku zarokên me nikarin bixwînin'
Ayşeyê, anî ziman ku her tim dengê ku çiya tên bombekirin dibihîzin, ev rewş wan xemgîn dike, lê nikarin dengê xwe bilind bikin û wiha got: “Tişta herî xerab a koçeriyê ew e ku zarokên me nikarin bixwînin. Em timî li çiya ne, em ji wî çiyayî diçin çiyayên din. Her ku tê bîra min ez koçer im. Malbata min jî Koçer bû, malbata kesê ku ez pê re zewicîm jî Koçer e. Jiyana min dê bi koçeriyê bidome."
Zehra Gunbayir a ku di nav kesên ji Sêrtê hat Çiya Spî jî ev tişt got: “Em her tim li çiya ne, piştî mehekê em ê dîsa xwe bihevdin û biçin zozanan. Piştî ku hewa li wir jî nexweş bû, em ê herin herêmek din. Hemû bar li ser milê jina ye, em her tiştî dikin, ji konan bigire heta dotina pe, nanpêjî û xwedîkirina zarokan. Êvarê pezê me ji çêrê tê û em careke din didoşin. Em par li herêma Herekolê bûn, dest bi bombebaranê kirin lê tiştekî ku em bikin tune ye. Em di konên xwe de dimînin heta ku bombebaran bi dawî bibe."