Ji bo ceyran û gazê zem: Me mahkumê birçîbûnê dikin

  • 09:28 5 Tîrmeh 2021
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
AMED - Welatiyan bertek nîşanê zema ji bo gaz û ceyranê hatiye kirin, dan. Jinên Amedê diyar kirin ku ji ber zema tê kirin, nikarin hewcedariyên xwe yên sereke bigirin û gotin: “Ev ne jiyane. Mirovan mahkumê birçîbûnê dikin. Bi zanebûn me dikin vê rewşê.”
 
Li Tirkiyeyê di 1’ê Tîrmehê de zemên nû hatin kirin. Ji bo ceyranê ji sedî 15, ji bo gaza xwezayî ji sedî 12 zem hat kirin. Zema ji bo enerjiyê hatiye kirin wê bihayê her tiştî jî zêde bike. Ekonomîstan jî diyar kirin ku ji ber pirsgirêka di butçeyê de tê jiyîn wê  betalî û enflasyon ligel hev bê jiyîn û rojên zehmet li ber derî ne.
 
Ji sersalê heta niha her meh ji bo enerjiyê ji sedî yek zem dihat kirin. Di navîna salê de zema herî mezin hat kirin.
Zema mûçeyan li hember enflasyonê dihele. Saziya Sererastkirina Piyasaya Enerjiyê (EPDK) sedema zemê, zêdebûna lêçûnê nîşan da. Dolar ji sersalê heta niha ji sedî 14 zêde bû. Zema ji bo mûçeyê memur û teqawîtan hat kirin jî li hember enflasyona zêde dihele. 
 
Welatiyên Amedê der barê zema tê kirin de nirxandin kirin.
 
‘Min bi piştgiriya derdorê zikê xwe têr kir’
 
Naciye Fîdan ku debara xwe bi mûçeyê pîrbûnê dike wiha got: “Ji ber zeman nikarim tiştekî bigirim. Muçeyê min 763 lîra ye. Gelo ev têr dike. Bi piştgiriya derdorê nebe ez nikarim xwe xwedî bikim, ez ê ji birçîna bimirama.  Gelo hikûmet qet vê nafikire. Şerme, gunehe. Em bi nan û avê xwe têr dikin. Jİ ber zemê em ditirsin ceyran û avê bikar bînin. Vîrus heye û ji ber fatureya avê em nikarin xwe bişon.”
 
‘Mirov mahkumê birçîbûnê kirin’
 
Nupelda Ozturk jî ku ji bo ezmûnên zanîngehê xwe amade dike, destnîşan kir ku aboriya welat bi ciwanan re hêvî nehiştiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bavê min di qezeya înşatê de jiyana xwe ji dest da. Pere wisa hêsan nayê qezenckirin. Bavê min ji bo em birçî nemînin dixebitî, li înşata dixebitî ji ber ewlehî tunebû, qeza kir û jiyana xwe ji dest da.  Dayika min bi mûçeyên teqawîtê ya bavê min ya hezar û 500 debara me dike. Her roj zema nû tê kirin. Ji ber zemê em nikarin lambeyên xwe vebikin. Ez ji bo zanîngehê dixebitim lê nikarim baş xwe amade bikim. Nikarim pirtûkan bigirim. Ez bi vê rewşê zanînghê qezenc bikim jî nikarim bixwînim. Em mahkumê birçîbûnê kirine.”
 
‘Em bêzar bûne’
 
Hatîce Karataş ya karkeriya demsalî dike jî nêrînên xwe anî ziman: “Hevjînê min naxebite. Ez karkera demsalî me. Em diçin Meletî û Orduyê li ser erdan bi 50-80 TL rojane dixebitin. Bi vî pereyî li 10 nifûsî dinêrim. Zemên tên kirin em bêzar kirine. Ez diçim bazarê her tim hewcedariyên xwe temam nagirim. Ez firingî bigirim îsotê nagirim. Ez nikarim hewcedariyên zarokên xwe bigirim.Em hewcedarê nanê hişk kirine.”
 
‘Em nikarin tiştekî bigirin’
 
Jina bi navê Îpek Akkabak jî bertka xwe ya li hember zemê wiha anî ziman: “Em nikarin tiştên ku pêwiste jî bigirin. Hevjînê min li înşatan dixebite. Mûçeyek me ya rêk û pêk tûne ye. Zema ceyranê bandor li ser bihayên marketê jî dike. Ez nikarim ji zarokê xwe re şîr û pot bigirim. Pereyê me tune ye em nan bigirin carna. Nan biha bûye. Di cejnê de goşt nakeve mala me. Em bihayê goşt jî nizanin. Ji ber em nagirin.”
 
‘Ev ne jiyan e’
 
Azîze Ozturk jî nêrîn û bertekên xwe wiha bi lêv kirin: “Debare zehmet bûye. Wisa bikçe em ê nanê hişk kom bikin. Ne tenê ceyran û gaz, her tişt zem bûye. Her tişt biha bûye. Ez bi 100 TL diçim bazarê bi du sê poşetan têm.  Ev ne jiyane. Bi zanebûn vê li me dikin. Di vê vîrusê de tu piştgirî jî me nedît. Li malê beroşa vala heye.”