
Jinên karkerên çandiniyê: Bila keda me bê dîtin
- 09:02 30 Nîsan 2025
- Ked/Aborî
ÎZMÎR - Jinên karkerên çandiniyê ku bê ewle dixebitin û keda wan nayê dîtin diyar kirin ku divê keda wan bê dîtin û bila êdî li ser milê jinan nebin bar.
Li gorî daneyên Saziya Îstatîtsîka Tirkiyeyê (TUÎK) di sektora çandiniyê de nêzî 5,5 mîlyon karker dixebitin lê di vê rêjeyê de karkerên demsalî yên çandiniyê û penaber tune ne. Di raporên 2023’yan ên Wezareta Ewlehiya Xebat û Civakî de hejmara karkerên çandiniyê yên demsalî nêzî mîlyonekê tê diyarkirin, lê tê texmînkirin ku ev ji 4 hezarî zêdetir e. Di van daneyan de der barê jin û zarokan de tiştek tuneye lê li Tirkiyeyê jinên li ser erdan dixebitin ji sedî 96’ê wan bên qeyd dixebitin.
‘Erd aydê malbatê ye lê nikarin debarê bikin’
Karkera çandiniyê Ayşe Çerî ku 30 sal berê ji Mêrdînê ji ber sedemên aborî koçî Îzmîrê kirine diyar kir ku debara xwe ji seraya ku aydê wan e dikin. Ayşe Çerî wiha got: “Lêçûn pir biha ne. Derman, mazot, tov biha ye. Em piranî xiyar û marulê diçînin. Em di mehên biharê de destpê dikin heta zivistanê didomînin. Zivistanê ji ber debera me nabe em diçin karê kesên din. 4 zarokên min hene. Lêçûn pir zêde ye.”
‘Em wekheviyê dixwazin’
Ayşe Çerî ev tişt vegot: “Ji her karî jin berpirs in. Ji zarokan bigirin heta malê. Yên di serayê de dixebitin sibehê di 5.00’an de radibin heta 13.00’ê dixebitin. Em ji ser erd diçin malê em bîhna xwe nagirin. Ji ser erdan tên karê malê dikin. Bila êdî barê jinan sivik be. Karê jin û mêran ji hev cuda ne. Li serayan karkerên jin zêdetir in. Mehaneya me tê mûçeyê asgarî. Karê me giran in. Em zarokên xwe yên biçûk tînin vir. Havînan zarokên me yên din tên vir alîkariyê didin me. Em karekî biewle, adîlane, kreş û saetên kêm ên xebatê dixwazin. Em wek mêra karekî ewle, bi sîgorte dixwazin. Divê ev derfet ji bo jinan bên dayîn.”
‘Divê karê jinan bê sivikirin’
Gulîstan Çerî jî got ji roja zewiciye û heta niha ev 20 sal in dixebite da zanîn ku bi salane ji ber karê ku kirine westiyane û wiha dirêjî dayê: “Jin tenê li ser erdan naxebitin. Li malê jî dixebitin. Hemû bar li ser milê jinan e. Divê ev bar bê sivikirin. Mêr li malê rûdinin li bende xwarin û çaya we ne. Her tiştî jin dikin. Divê mêr bibin xwedî hişmend û bibin alîkarê jinan. Jin bê qeyd û bê sîgorte dixebitin. Divê wekhevî hebe. Divê jin neyên pelçiqandin. Divê dewlet vê çareser bike.”
‘Xeyal û şert û mercên zehmet’
Bahar Çerî ya 17 salî ku dest ji dibistanê berdaye û di seraya malbata xwe de dixebite wiha got: “ Em sibehê radibim. Ez jiyanek baş dixwazim. Ez naçim dibistanê. Ji ber şert zehmet in. Ez ji malbata xwe re dibim alîkar. Xeyalên her kesî hene. Piştî cihekî mirov êdî xeyalan jî nakin. Lê bila her kes li pey xeyalên xwe biçe.”