Jina têkoşer û evîndara çiya: Ekîn Ceren Dogruak

  • 09:03 31 Gulan 2021
  • Portre
 
ENQERE - Piştî Ekîn Ceren (Amara) ku bi ken û kelecana xwe berê xwe da çiya û di bin hişê mirovan de cihê xwe girt 16 sal derbas bûn.  Amara di temenê ciwan de tevlî têkoşîna azadiya kurd bû û piştî Amarayê bi hezaran Amara vejiyan û Amara wê di bin hişê morvan de her "Wekî evîndara çiya" bimîne.
 
‘Ez bibûma mekanîzmayek demê, biçûma pêşerojê û min bi çavên xwe  bidîta ku ev têkoşîn têk diçe jî ez ê tevlî partiyê bibiûma û dîsa bi PKK’iyan re bijiyama. Li gorî min ev têkoşîn ji baweriyê wêdetir girêdayînek e... tercîheke, tercihek jiyanê ye... Ne ferzkirine…  muhasebeya wijdan, deynê ku divê bê dayin e... Yên xwedî wijdan dê deyn bidin, yên ne xwedî wijdan jî nadin…’ Ev gotin aydê Ekîn Ceren Dogruak e  yanî Amara ku li Herêma Federal a Kurdistanê di qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dest da bû...
 
Di dema lîseyê de  serhildana yekem
 
Ekîn Ceren di 8’ê Çileya 1981’ê de li Enqereyê tê dinê.  Malbata wê ji Egeyê ye. Di salên zanîngehê de têkoşîna azadiya Kurd nas dike. Di xebatên jin û ciwanan de aktîf cih digire û tevî hemû zextan dest ji têkoşîna azadiyê bernade. Serhildana wê ya li dijî pergalê di lîseyê de dest pê dike.  Di lîseyê de di rêxistina Rizgariya Ciwanan de cih digire. Li dijî neheqiyan bêdeng namîne, li dijî pisgirêka Kurd bêdeng namîne. Di pola duyem a zanîngehê de di nav Tevgera wendekarên welatparêz de cih digire. Piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployekê tînin Tirkiyeyê, ew vê hezm nake û zêdetir di xebatan de cih digire.  Piştî ku zêdetir di xebatan de cih girt lêpirsînên derbarê wê de ahtin vekirin jî zêde bûn. 
 
Di têkoşîna azadiya jinan de aktîf cih digire
 
Ekîn Ceren li dijî komkujî û zextên li welat di nava Tevgera baskên jinan a HADEP’ê de bi awayê aktîf cih digire. Ekîn ji bo hişmendiya zayendê pêş bixîne bi şev û roj dixebite û li taxan xebatan dimeşîne. Hevala wê ya wê demê bi hev re xebatên taxê dimeşandin Nujîn Artos, serdaneke xwe ya li taxê wiha vedibêje: “Derdora civakî ya ku hevala Amara lê mezin bibû gelek cuda bû. Belkî jî Ceren qet neçibû taxan.  Ji ber ku derdoreke wê ya wisa tunebû. Em bi hev re çibûn xebatê.  Nêzîkatiya wê ya li hember gel mijara mereqê bû. Dema em ber bi taxê ve diçûn kelecanî bû. Dema em li malan digeriyan min ew temaşe kir. Bi mereqek mezin li ruyê jinên ku zimanê wan fêm nedikir, mêze dikir. Coş û hêviya dilê wê sînor dibezandin. Digihişt dilê her kesî.”
 
Girtîgehê pêşî li têkoşîna wê negirt
 
Ekîn Ceren tevî hemû zextan xwe ji xebatan neda alî û di pola dawî ya beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Enqereyê de hat binçavkirin û girtin. Du mehan li girtîgeha Ulucanlar ma. Piştî ji girtîgehê derket jî xebat berdewam kir. Ekînê di 8’ê Adara 2002’an de berê xwe da Ewropayê.  Ekîn ji ber pêvajoya ku jiya, her çiqas nexwaze ku biçe Ewropa jî, neçar ma biçe û dema li Ewropa bû hesreta wê ya li hember çiya û hevalên wê zêde bû, dixwaze demildest bigihêje hevalên xwe û çiyan. Ekîn Ceren pêvajoya li Ewropa wiha vedigot: “ Min bêriya her tiştî kir. Ez ji vî welatê hewaya wê lanet nefret dikim. Girtîgeha nîv vekirî ye…Li girtîgehê ezman çargoşe bû. Li vir pirgoşe ye.  Tu tişt bîhn nade. Mirov xwe her tim nexweş hîs dike. Ez ji zebeşên bi dîlim tê firotin, ji xiyarên qasî milê xwe eciz bûme. Ez gelek ji vî welatî bêzar bûme. Min îsal qet behr nedît. Lingê min qet li axê neketiye. Piştî baranê bîhn ji behrê nayê.  Min gelek bêriya welatê xwe kir.  Dema mirov ji welat dur dikeve, mirov welatparêziyê fêm dike.”
 
Keça behrê û evîndara çiya...
 
Ekîn Ceren heta 2005’an li Ewropa di xebatên jinan de aktîf cih girt û di 2002’an de navê Amara ku bi kirmanckî tê wateya ‘yek ji me’ bi kar anî. Ekîn Ceren li dijî hesret û bêrîkirina ku dijiya zêde nesekinî û berê xwe da çiya. Ekîn Ceren ku gihişt xeyala xwe piştî demekê derbasî başurê Kurdistanê dibe. Ekîn a ku bi kelecana ku her tiştî bibîne derket rê, di qezaya trafîkê ya derbas kir de jiyana xwe ji dest da.